11:28 21 Îlon 2017
Zindî
    Balafira kargo ya Tirkiyeyê

    Sindoqên reş ên ayidê balafira bar a Tirk ji Moskowê re hat şandin

    © Sputnik/ Tabyldy Kadyrbekov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Du sindoqên reş ên balafira bar a ku roja duşemê li nêzîkî Bişkek a paytexta Kirgizistanê ketibû,ji bo lêkolînê ji bo Moskow a paytexta Rûsyayê hat şandin. Hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan jî gihîşt 38an.

    Di daxuyaniya Navenda Çapemenî ya Serokwezîriyê de hat diyarkirin ku pisporên Komîteya Hewayî ya Navdewletan (MAK) ji bo ku sedema ketina balafirê derxînin holê, wê sindoqên reş ên balafirê bikolin.

    Komîteya Hewayî ya Navdewletan (MAK) a girêdayî Civata Dewletên Serbixwe (BDT) duh li cihê ku balafir lê ketibû, dest bi xebatan kiribû.

    Ligel şanda ku hat Moskowê, du pisporên Miduriyeta Giştî ya Hewayiya Sivîl a Tirkiyeyê (SHGM) û rayedarên Riyên Hewayî yên ACTê û firmaya Boeingê jî hene.

    Ji aliyê de rayedaran daxuyandin ku hejmara miriyên qezayê gihîşt 38an.

    Balafira bar a tîpa Boeing 747-400 ya ayidê Riyên Hewayî yên ACTê roja duşemê li nêzîkî Bişkek a paytexta Kirgizistanê bi ser avahiyan de keitbû.

    Bi heman mijarî:

    Balafira Kargoyê ya Tirkiyeyê ket: 37 mirî 10 jî birîndar bûn
    Balafira ku li Kirgizistanê ket aîdî kê ye?
    Etîketan:
    lêkolînkirin, şandin, sindoqên reş, Civata Dewletên Serbixwe (BDT), Komîteya Hewayî ya Navdewletan (MAK), Bişkek, Kirgizistan, Moskow, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de