12:22 19 Tebax 2017
Zindî
    Balafir

    Balafirên Rûsyayê û Tirkiyeyê yekem operasyona xwe ya hevpar li Helebê pêk anî

    © REUTERS/ Wezareta Parastinê ya Rûsyayê
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Rayedarê Wezareta Parastin a Rûsyayê Korgeneral Sergey Rudskoy got Rûsya û Tirkiyeyê îro li Sûriyeyê li dijî DAIŞê operasyona xwe ya hewayî ya yekemîn lidarxist.

    Rudskoy destnîşan kir ku bi destura Sûriyeyê 4 balafirên Su-24, 5 balafirên Su-25 û balafirek Su-34ê aydî Rûsyayê, 4 balafirên 4 F-16ê Tirkiyeyê beşdarî operasyonê bûne.

    '36 HEDEFÊN DAIŞê YA LI EL BABÊ HATIN XISTIN'

    Rudskoy eşkere kir ku balafirên Rûsya û Tirkiyeyê 36 hedefên DAIŞê ya li El Babê xistin û ev hedefên hane ji aliye Serfermandarî û Hêzên Hewayî ve bere hatibûn kifşkirin.

    ‘DI OPERASYONA EWIL DE ENCAMÊN BAŞ HATIN BIDESTXISTIN'

    Rudskoy da zanîn k udi 48 saetên dawî de navgînên hewayî yên bêmirov û navgînên keşfe ya fezayê li ser hedefên DAIŞê berî de firînên keşfe pêk anîne. Encamên ewil ên operasyona hevpar ên Tirkiye-Rûsyayê gelek bi bandor bûn.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Terorîst li Tirkiye, Ewropa û Amerîkayê ji karê milkfirotinê pere qezenc dikin
    Rûsya, Tirkiye û Îran li Moskowê civiyan
    "Di dîrokê de Rûsya û Tirkiye 4 caran bûne hevalbend"
    Tirkiye: Li Sûriyeyê agirbest hat ragihandin, Tirkiye û Rûsya garantor in
    De Mistura: Em di mijara Sûriyeyê de piştgiriyê didin hewldanên Rûsya, Tirkiye û Îranê
    Etîketan:
    hevpar, balafir, operasyon, Sergey Rudskoy, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de