12:27 19 Tebax 2017
Zindî
    Former NSA contractor Edward Snowden

    Kremlin: Em jiyana Snowden naşopînin

    © AP Photo/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Berdevkê Kremlinê Dmtriy Peskov ragihand, birêveberiya Moskowê jiyana analîstê Daîreya Ewlekariya Neteweyî(NSA) Edward Snowden naşopîne û haya wan ji planên wî jî tine.

    Rojnamevanan ji Peskovî pirsî bê gelo sivikkirina sizaya Chelsea Manning ê ku belgeyên leşkerî yên nepenî gihandibûn Wikileaksê, dê bandorê li rewşa Snowden bike yan na. Peskov wiha bersiv da: "Ev ne mijara Kremlinê ye û haya me jê tine bê Snowden çi dike".

    Herwiha rayedarê rûs bi bîr anî ku Snowden bi destûreke demkî li Moskowê dimîne û dema wê destûrê hatiye dirêjkirin û wiha dewam kir: "Ji bilî vê ti agahiyên me tine ne. Snowden di rêya parêzerên xwe re têkiliyê bi cîhana derve re datîne. Lewra, ew muxatebên vê berpirsyarê ne".

    "DI SALA 2013AN DE PENAYÎ RÛSYAYÊ BÛBÛ"

    Snowden di sala 2013an de hineh belgeyên Saziya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê (NSA) bi dizî dabûn rojnameyên The Washington Post û Guardianê. Snowden piştî bi vê yekê di Tebaxa 2014'an de ji bo 3 salan hatibû Rûsyayê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Snowden: Yahooyê bikar neynin
    Snowden: Google Alloyê bikar neynin
    Bangwazî ji Snowden: Dema wê hat
    Dîrektorê CIAyê yê berê dev ji xeyala sûîqesta Snowden bernedaye
    Kremlîn: ‘Em Snowden îadeyî Amerîkayê nakin'
    Koçka Spî red kir ku Snowden efû bike
    Snowden zanyariyên derbarê sîxuriya Amerîka li ser `Tomargeha kasperskî` belavkir
    Etîketan:
    Wikileaks, Edward Snowden, Chelsea Manning, Amerîka, Moskow
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de