12:25 19 Tebax 2017
Zindî
    Edward Snowden

    Zaxarova: Destûra Snowden hat dirêjkirin, em wî diyariyê Trump nakin

    © REUTERS/ Glenn Greenwald/Laura Poitras
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyyaê Mariya Zaxarova ji bo kesên ku dixwazin Edward Snowden ê ku peywirdarê berê yê îstixbarata Amerîkayê bû, were îadekirin ragihand ku destûra rûniştina Snowden heta çend salên din hatiye dirêjkirin. Parêzerê Snowden Kuçerena jî ragihand ku ew dem 3 salan hatiye dirêjkirin.

    Cîgirê dîrektorê berê yê Rêxistina Agahîgirtin a Navenda Amerîkayê (CIA) Michael Morell di gotareke xwe de parastibû ku îadekirina Edward Snowden ê ku xebatên Saziya Ewlehî ya Neteweyî ya Amerîkayê (NSA) ji rayagiştî re eşkere kiribû, wê ji bo Donald Trump ê ku wê di 20ê Rêbendanê de dest bi peywirê bike, bibe diyariya rêûresma sondê.

    Morell di gotara xwe de ev tişt gotibûn: "Ez dizanim di navbera Rûsya û Amerîkayê de peymaneke îadekirinê tune ye. Lê ez bawer dikim ku (Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr) Pûtîn, wê karibe riyeke îadekirina Snowden bibîne."

    ‘HER HAL NIZANE DESTÛRA RÛNIŞTINÊ HATIYE DIRÊJKIRIN'

    Zaxarova li ser hesabê xwe yê Facebookê bersiv da gotinên Morell û ev tişt gotin: "Endamekî berê yê CIAyê dibe ku karibe mirovan wek diyarî bide û dev ji kesên ku li ewlehiyê digerin, berde. Lê her hal Morell nizane ku destûra rûniştina Snowden ji bo Rûsyayê çend salên din hatiye dirêjkirin."

    'DAXWAZA ÎADEKIRINÊ NE PÊŞNIYARA PÊŞÎN A DERMIROVÎ YA MORELL E'

    Karmendê berê yê Ajnasa Saloxgêrî a Amerîkayê Edward Snowden
    © REUTERS/ Mark Blinch
    Ji aliyê din ve Zaxarova diyar kir ku ‘pêşniyara diyarkirina Snowden' ne daxwaza pêşîn a dermirovî ya Morell e û roportajeke wî ya sala borî ya ji bo kanala PBS ya Amerîkayî bibîr xist. Morell di roportaja xwe de ji bo kuştina personelên Rûsî yên li Sûriyeyê ji rêveberiya Amerîkayê xwestibû ku komên herêmî biçek bike.'

    'SNOWDEN ÊDÎ DIKARE BIBE WELATIYÊ RÛSYAYÊ'

    Di vê navberê de anatoliy Kuçerena yê parêzerê Snowden ji bo RIA Novostiyê axivî û got destûra rûniştina Snowden a li Rûsyayê 3 salên din, yanê heta sala 2020an hatiye dirêjkirin. Kuçerene diyar kir ku Snowden heta niha li Rûsyayê tu yase bin pê nekiriye û demekê şûnde wê karibe derbasî welatiya Rûsyayê bibe.

    EV 3 SAL IN LI RÛSYAYÊ

    Snowden di sala 2013'an de hineh belgeyên Saziya Ewlehî ya Neteweyî ya Amerîkayê (NSA) bi dizî dabû rojnameyên The Washington Post û Guardianê. Snowden piştî bi vê yekê di Tebaxa 2014'an de ji bo 3 salan hatibû Rûsyayê.

    Bi heman mijarî:

    Snowden: Yahooyê bikar neynin
    Snowden: Google Alloyê bikar neynin
    Bangwazî ji Snowden: Dema wê hat
    Dîrektorê CIAyê yê berê dev ji xeyala sûîqesta Snowden bernedaye
    Kremlîn: ‘Em Snowden îadeyî Amerîkayê nakin'
    Koçka Spî red kir ku Snowden efû bike
    Etîketan:
    destûra rûniştinê, dirêjkirin, Rêxistina Agahîgirtin a Navenda Amerîkayê, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Michael Morell, Edward Snowden, Mariya Zaxarova, Sûriye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de