12:25 19 Tebax 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Hemû aliyên çekdar ên ne girêdayî DAIŞ û El-Nusrayê dikarin beşdarî Astanayê bibin

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)
    0 6110

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro got, em bi erênî pêşwaziya hemû aliyên sûrî yên çekdar ên ne girêdayî DAIŞ û El-Nusrayê dikin ku beşdarî civînên Astanayê bibin.

    Lavrov bi hevkarê xwe yê awstiryayî Sebastian Kurz re civîneke çapemeniyê li dar xist û tê de ragihand ku Rûsya ne li dijî beşdarbûna Ceyş El-Islamê di civînên Astanayê de ye.

    Hêjayî gotinê ye ku Ceyş El-Islam ne lîsteya NYyê ya terorê de ye û tev li agirbesta Sûriyeyê bûye.

    Herwiha Lavrov teqez kir ku nûnerên hemû rêxistinên çekdar ên Sûriyeyê yên ku tev li agirbestê bûne dê şandeyên xwe damezirînin ji bo tev li civînan bibin.

    Wezîrê rûs eşkere kir pêkhateya beşdarên di Astanayê de dê dûre diyar bibe lê formata vexwendameya rê dide her kesî ku beşdar bibe, DYA jî di nav de.

     

     

    Mijar:
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: 'Gelê Sûriyeyê wê bixwe biryara federasyonê bide’
    Lavrov û Zarîf li ser hevdîtinên li Astanayê axivîn
    Lavrov û Çavuşloglu ji bo Astanayê axivîn
    Lavrov: Partiyên siyasî yên Filistînî wê li Moskowê li hev bicivin
    Lavrov û Çavusoglu li ser agirbesta Sûriyê peyivîn
    Lavrov û Çavuşoglu li ser agirbestê û civîna Astanayê peyivîn
    Lavrov bi hempayê xwe yê nû yê qazakî re derbarê hevdîtinên Astanayê de axivî
    Etîketan:
    Ceyş El-Islam, Sergey Lavov, Sebastian Kurz, Rûsya, Astana, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de