00:02 22 Sibat 2017
Zindî
    Andrey Karlov

    Marina Karlova: Heke kujer Karlov nas bikira ew nedikuşt

    © AFP 2016/ Natalia KOLESNIKOVA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Marina Karlova ya hevjîna Balyozê Rûsî yê Enqerê Andrey Karlov ku 19ê Berfanbara 2016an ji aliyê polîsê qatil Mevlut Mert Altintaş ve hatibû kuştin got, ‘Heke yê ku mêrê min kuştiye ew nas bikira, ew nedikuşt.’

    Li gor nûçeya Beyaz TVyê Seroka Rûmetê ya Weqfa Alîkariyên Civakî Nevîn Gokçek, xwarineke xatirxwestinê da Marîna Karlovayê.

    Karlova ku ji bo vegera Rûsyayê amadekariyên xwe dike li ser jiyana xwe ya taybet û kuştina mêrê xwe daxuyanî dan.

    KARLOVA: KARLOV MIROVEKÎ GELEKÎ DILREHM BÛ

    Karlova got, "Me pir xwest zarokeke me çêbibe. Xweda 13 salan zarok neda me. Ji ber ku piştî 13 salan zaroka me çêbû, em bi awayekî cuda jê hez dikin."

    Hevjîna Karlov bal kişand ser dilrehmî û qencîya mêrê xwe û wiha axivî: "Heke ew kesê ku hevjînê min kuşt, ew nas bikira ti carî tiştekî wisa nedikir. Ew mirovekî gelekî dilrehm bû. Mêrê min mirovekî bi namûs û welatperwer bû."

    'NEÇARÎYA MIN A HERÎ MEZIN AGAHDARKIRINA DÎYA KARLOV BÛ'

    Marina Karlova da zanîn, piştî sûîqesdê neçariya wê ya herî mezin ew bû ku wê nedizanî çawa agahiya kuştinê bide diya Karlov ku li mal li benda wan bû.

    Karlova got, ‘Ez ê çawa vegerim mal, ez ê çawa vê agahiyê bidim wê?'

     

     

    Bi heman mijarî:

    Pentagon: Me rêkeftina ewlehiya firînê li Sûriyê bi kêfxweşî pêşwazî kir
    Amerîka: Me hêj vexwendinek fermî ji bo hevdîtinên Astanayê ne standiye
    Dadgeha Yûnanîstanê ji bo 4 leşkerên darbekar biryar da
    Ji rojnamegerê brezîlî bo Sîmonyan: ‘Çiqas zexm e lê.'
    Di Hamleye Xezaba Firatê de 45 gund û 20 bajarok hatin kontrolkirin
    Etîketan:
    Kuştina Balyozê Rûsî li Enqerê, Marina Karlova, Andrey Karlov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de