16:15 29 Adar 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Peskov: Ne pêwîst e, em derbarê îdiayên têkiliyên me û Trump de biaxivin

    © Sputnik/ Сергей Гунеев
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Berdevkê Kremlinê Dimtriy Peskov got, êdî pêwîstî pê tine ku em li ser îdiayên têkiliyên DYAyê bi serokê nû yê DYAyê Donald Trump re biaxivin.

    Donald Trump
    © REUTERS/ Mark Kauzlarich
    Peskov bersiva rojnamevanan da û wiha got: "Me her tişt derbarê vê mijarê de got. Jixwe ne pêkan e ku mirov van îdiayan wek raport jî bibîne. Êdî ti tişt nema ku em derbarê vê sextekariyê de bibêjin. Em bo demeke dirêj behsa sextekariyên wiha nakin".

    CNN û BuzzFeedê di nûçeyeke xwe de ku spartiye raporta istixbaratkarekî ingilîz ê berê bê ku navê wî bide, îdia dike ku Trump 5 salan ji aliyê istixbarata Rûsyayê ve hatiye perwerdekirin û piştgirtin.

    "BANDORÊ DÊ LI TÊKILIYÊN ME BI BRÎTANYAYÊ RE NEKE"

    Wall Street Journalê îdia kiribû ku xebatkarekî berê yê istixbarata ingilîzî(MI6) ê bi navê Christopher Steele ev tişt îdia kiriye. Peskov li ser vê nûçeya WSJê wiha got: "Haya me ji kesekî wiha tine".

    Herwiha rayedarê rûs diyar kir ku ev bûyer dê bandorê li têkiliyên Rûsya û Brîtanyayê neke û wiha got: Ev sextekariyên wiha gelek caran tên kirin. Ev ne derewa yekem e. Lewra ne pêwîst e ku mirov zêde guh bide."

     

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Em hêvî dikin ku Pûtîn û Trump wê li hev bikin
    Peskov: Ti hevdîtina Sûriyeyê di navbera Pûtîn û Erdogan de nehatiye plankirin
    Peskov: Dîroka destpêkirina hevdîtinên Astanayê hîna nehatiye pesendkirin
    Peskov: Rûsya wê li Astanayê, di asta pisporan de bê temsîlkirin
    Peskov: Telefona mobîl a Pûtîn tune ye, navgînên din tercîh dike
    Etîketan:
    istixbarat, Dimtriy Peskov, Christopher Steele, Brîtanya, DYA, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de