05:47 21 Tebax 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Partiyên siyasî yên Filistînî wê li Moskowê li hev bicivin

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2111

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got partiyên siyasî yên Filistînê wê hefteya pêş li Moskow a paytexta Rûsyayê li hev bicivin.

    Lavrov bi Sekreterê Giştî yê Rêxistina Rizgarî ya Filistinê (El- Fetîh) Saîb Ureykat re hat ba hevdu û got, "Me berê jî dostên xwe yên Filistînî li Moskowê anîn cem hevdu û di ji bo ku di platformekê de bi cudahiyên xwe hevdîtinan pêk bînin me ji wan re bingeh amade kir."

    Lavrov derbirî ku hevdîtineke bi heman rengî wê hefteya pêş li Moskowê li Enstituya Xebatên Rojhilatnasîn a Akademiya Zanistiyên Rûsyayê pêk were.

    Tê payîn ku civîna navborî di 15-17'ê Rêbendanê de were lidarxistin.

    ‘BALYOZÊ RÛSYA YÊ LI FRANSAYÊ ORLOV WÊ NÛNERTIYÊ BIKE'

    Di vê navberê Lavrov got li konferansa ku wê li Parîsê ji bo çareserkirina qeyrana Îsraîl û Filistînê were lidarxistin, Balyozê Rûsya yê li Fransayê Aleksandr Orlov wê nûnertiya Rûsyayê bike.

    Ji aliyê din ve jî Lavrov dest nîşan kir ku ew her tim amade ne Serokê Filistînê Mahmûd Ebbas û Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu li Moskowê bikin mêvan.

    Bi heman mijarî:

    Îsraîl cenazeyên Hamasê dê êdî radestî malbatên wan neke
    Îsraîl: Amerîkayê terka tekane dostê xwe yê Rojhilata Navîn kir
    Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Îsraîl şermezar kir
    Îsraîl pergala Qubbeya Hesin sewqî Azerbaycanê dike
    Tirkiye û Îsraîl hetanî 10 rojan balyozên xwe eşkere dikin
    Îsraîlê piştî êrîşa kamyonê ji bo gumanbarên DAIŞê biryara desteserkirina îdarî da
    Filîstîn: Biryara NYyê dijî polîtîkaya Îsraîlê şeqameke mezin e
    Etîketan:
    partiyên siyasî yên Filistînê, hevdîtin, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, Fransa, Rûsya, Moskow, Filistîn, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de