01:15 23 Adar 2017
Zindî
    Balafira Su-24

    "Lihevkirina navbera Rûsya û Tirkiyeyê ji ya Amerîkayê bandortir be"

    Ministry press service оброны Russian Federation
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1810

    Serokê Daîreya Peymanên Navneteweyî yê Wezareta Parastin a Rûsyayê yê berê General Yevgeniy Bujinskiy ragihand ku lihevkirina Moskow û Enqere wê ji ya Amerîkayê bandortir be.

    Serokê Daîreya Peymanên Navneteweyî yê Wezareta Parastin a Rûsyayê yê berê General Yevgeniy Bujinskiy ragihand ku lihevkirina Moskow û Enqere ya ji bo firînên operasyonên Sûriyeyê wê ji ya Washîngtonê bi bandortir be.

    Di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ji bo dema firînên operasyona Sûriyeyê ewlehî were sazkirin û bûyerên ku nayên xwestin neqewimin mutebeqatek hat îmzekirin.

    Yavgeniy Bujinskiy mijara lihevkirinê ji ajansa Spûtnîkê re şîrove kir û got: "Sala borî me mutebeqateke wiha bi Amerîkayê re çêkiribû, lê ev mutebeqat her dem nehat sepandin. Sûda xebata bi mutebeqata Tirkiyeyê re zêdetir e. Lewra têkiliyên me bi Tirkiyeyê re ji yên Amerîkayê baştir bi pêşve diçin."

    Bujinskiy di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev mutebeqata naborî tu guwaşeke siyasî çênake, tenê wekî belgeyên leşkerî ne."

    Bi heman mijarî:

    "Di dîrokê de Rûsya û Tirkiye 4 caran bûne hevalbend"
    Rûsya û Tirkiyeyê peymana ewlehiya firînên li Sûriyeyê mor kir
    Namzedê Wezareta Berevaniya Amerîkayê: Gefa mezin Rûsya ye
    Rûsya: 4 herêmên din jî beşdarî agirbesta li Sûriyeyê bûn
    Rûsya: DAIŞ û Fetih El-Şam hemû fersendan bi kar tînin ji bo agirbestê xera bikin
    Etîketan:
    Lihevkirina Tirkiye û Rûsyayê, Serokê Daîreya Peymanên Navneteweyî yê Wezareta Parastin a Rûsyayê, Yevgeniy Bujinskiy, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de