16:00 14 Kanûn 2017
Zindî
    Qubeqaz

    Qubeqazên ku li Kirimê di golê de asê mabûn hatin rizgarkirin

    © Sputnik/ Igor Zarembo
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 50

    Tîmeke ji Wezareta Rewşa Lezgîn a Rûsyayê (EMERCOM) qubeqazên ku ji ber sermaye di Gola Sasik Sîvaş a Kirimê de asê mabûn rizgar kirin.

    Li Gola Sasik Sîvaş a Kirimê qubeqaz ji ber rewşa tund a serma di golê de asê man. Bûyera qubeqazan li ser medya civakî hat belavkirin û Wezareta Rewşa Lezgîn a Rûsyayê mudaxele kir û qubeqaz rizgar kirin.

    Berpirsekî wezaretê di axaftina xwe ya ajansa RIA Novostiyê de got: "Noqkaran cemeda ser golê şikandin û qubeqaz ji cihê ku asê mabûn rizgar kirin. Qubeqazên ku rewşa wan baş bû li ser golê dîsa hatin berdan û yên xweş ji bo dermankirinê veguhestin beytar."

    Çavkanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "2 qubeqazên ku rewşa wan ne baş bû mirin."

    Li gorî pisporan ew rewş ji ber mudaxeleya însan a xwezayê ye, qubeqazên ku li qeraxên golê fêrî nandayînê dibin tiral dibin û dernakevin nêçîrê.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya piştî S-400ê pergala Pantsîr-Sê li Kirimê bicih kir
    Pûtîn biryar da ku gaz di rêya bejahî re bê şandin bo Kirimê
    Rûsya: Ûkrayna di mijara planên terorê yên li Kirimê de kete qonaxa çalakiyê
    Rûsya dê pergala çavdêriya fezayê li Kirimê bi cih bike
    Ûkrayna, derheqê heyeta tirk a li Kirimê doz vekir
    Etîketan:
    Tîmeke ji Wezareta Rewşa Lezgîn a Rûsyayê (EMERCOM), Qubeqaz di golê de asê man, Gola Sasik Sîvaş a Kirimê, Kirim, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de