13:57 18 Sibat 2018
Zindî
    Frants Klîntsevîç

    Senatorê Rûsî: Peymana Rûs-Tirk a ewlehiya firînê li Sûriyê pir girîng e

    © Foto: RIA Novosti/Valeriy Levitin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Parastin û Ewlekariyê yê Konseya Federasyona Rûsyayê di Parlamena baskê jorîn de Frants Klîntsevîç, li ser rêkeftina Rûsya û Tirkiyê ya ewlehiya firînê got ku ew peymaneke gelekî girîng e.

    Senatorê Rûsî li ser peymana ku li paytexta Rûsyayê Moskowê hatiye îmzekirin wiha axivî: "Wezareta Berevaniya Rûsyayê û Sererkaniya Hêzên Artêşa Tirkiyê ji bo pêşîgirtina bûyerên li dema operasyonên li Sûriyê û ewlekariya firînê peymanek îmzekirin. Ev geşedeneke gelekî cidî ye. Ji bo çareserkirina kêşeya Sûriyê û çareseriya gelek kêşeyên din, ev peyman qonaxeke gelekî girîng e."

    'TIRKIYE NE TENÊ CÎRANA SÛRIYÊ YE, XWEDÎ ARTÊŞA BIHÊZ A NATO'YÊ YE'

    Klîntsevîç bal kişand ser hokarên din ên pêwendiyên bi Tirkiyê re û got, "Têgihîştina van faktoran gelekî girîng e: Tirkiye ne tenê cîrana Sûriyê ye. Artêşa Tirkiyê herwiha yek ji artêşa herî bihêz a NATOyê ye.'

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Divê ji bo çareseriya krîza Sûriyê li her kesî bê guhdarkirin
    Wezîrê Tirkiyê: Dê ji bo muzakereyên Kibrisê wezîr bicivin
    Trump: CNN tam li ber têkçûnê ye
    Piştî CHPê HDPê jî hilbijartina pêşwext xwest
    Li Iraqê 8 welat ji bo têkoşîna DAIŞê dicivin
    Etîketan:
    Sûriye, Senatorê Rûsî Klîntsevîç, Tirkiye, Rûsya, Peymana Ewlehiya Firînê li Sûriyê, Sûriye, Tirkiye, Rûsya, Rojihilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de