00:28 27 Nîsan 2017
Zindî
    Baregeha Leşkerî ya Hmeymîmê

    Rûsya: "Îdîayên ku li Sûriyeyê hebûna leşkerî zêde dikin ne rast in"

    © REUTERS/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de bersiva îdîayên ku Rûsya hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê zêde dike da û ragihand ku ev îdîa ne rast in.

    Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de bersiva îdîayên ku Rûsya hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê zêde dike da û ragihand ku ev îdîa ne rast in.

    Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov di civîna çapemenî de bersiva îdîayên ku Rûsyayê 4 balafirên Su-24 sewkî Baregeha Hmeymîm a Sûriyeyê kir û hebûna hêza xwe ya leşkerî li wir zêde dike derewand û got: "Tu eleqeya van nûçeyan bi rastiyê re tuneye."

    Îgor Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em hebûna xwe ya hêza leşkerî li Sûriyeyê kêm dikin. Em 4 balafirên Su-25 bişînin Hmeymîmê, em 6an jî ji wir dikişinin."
    Televîzyona Fox Newsê îdîa kiribû ku Rûsyayê balafirên şer ên nû sewkî Sûriyeyê dike û hêza xwe ya leşkerî li wir zêde dike.

    Çavkaniyên ku ji televîzyona Fox Newsê re axivîn gotin: "Rûs dibêjin em hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyeyê vedikişînin, lê tu delîlê vê tunene. Tam berovajî wê hêza xwe ya li wir zêde dikin."Konaşenkov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Xebatên vekişandina balafirên şer û muretebatên wê hetanî demeke nêzîk wê bi dawî bibin."

    Di nava grûba hêzên rûsî yên pêşî ku li ser biryara Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de ji Sûriyeyê vekişiyan de keştiya balafirên şer Amîral Kuznetsov jî hebû.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Konaşenkov: DYA û koalisyon li Sûriyeyê operasyonên nepen lidar dixin
    Konaşenkov: ‘Dîmenên bombebarana balafirên rûsî mîlîtanan amade kirine'
    Konaşenkov: Milîtanên DAIŞê bi alîkariya xwekujan, xeta berevaniya Palmirayê şikandin
    Konaşenkov: "Êrişa Palmîrayê bi piştgiriya hêza hewayî ya Rûsyayê hat qewirandin"
    Konaşenkov: Artêşa Sûriyeyê di rewşa li Helebê de guhertineke cidî pêk anî
    Etîketan:
    Rûsya hêza xwe ji Sûriyeyê vedikişîne, Televîzyona Fox News, Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê, Îgor Konaşenkov, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de