15:22 25 Hezîran 2017
Zindî
    Donald Trump

    ‘Trump ne ajanê me ye, serokê Amerîkayê ye’

    © REUTERS/ Lucas Jackson/Arşiv
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Wekîlê Koma Partiya Dadwerî ya Rûsyayê Mihail Yemelyanov, li ser daxuyaniyên Serokê Hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump da zanîn, ew daxuyanî ji guhertina helwestê wêdetir manewrayên siyasî ne.

    Yemelyanov ji RIA Novostîyê re axivî û got, ‘Bi min daxuyaniyên Trump yên dawî ji guhertina helwestê wêdetir manewra ne. Daxwaziya xwe ya başkirina têkiliyên bi Rûsyayê re eşkere kir û fêm kir ku lobîya dijî Rûsyayê ya Amerîkî çiqas bihêz e.'

    ‘TRUMP NE AJANÊ ME YE'

    Mihail Yemelyanov bal kişand ser ku ji bo Trump di têkoşîna li hember elîtên netewî de bi ser bikeve dem jê re lazim e û lewma jî pêwîstî bi manewreyên wiha heye.

    'HETA NIHA DAXWAZIYA TRUMP A BAŞKIRINA TÊKILÎYAN NEGUHERÎ YE'

    Yemelyanov herwiha got, ‘Divê neyê jibîrkirin ku Trump serokê Amerîkayê ye, ne yê Rûsyayê ye û ew ne ajanê me ye. Ew berjewendiyên netewî yên Amerîkayê dide pêş û ti kesî jî negotiye karkirina digel wî hêsan e. Lê ji bo min ya zelal ew e ku daxwaziya wî ya başkirina têkiliyên bi Rûsyayê re heta niha neguherî ye.'

     

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye: Di muzakereyên Kibrisê de em gihîştin qonaxa dawî
    Kremlînê yekem bersiva gotinên Trump da
    Li Hewlêrê Konsolxaneya Japonyayê hat vekirin
    Ji Trump şîroveya CNN û Buzzfeedê: ‘Ez rêzê li gotinên Pûtîn digirim'
    Tillerson: Divê em di kêşeya Sûriyê de ji nû ve bi Erdogan re bixebitin
    Etîketan:
    Trump, Amerîka, Rûsya, Wekîlê Koma Partiya Dadwerî ya Rûsyayê Mihail Yemelyanov, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de