01:39 31 Adar 2017
Zindî
    Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump di yekem kombûna rojnamevanî de 11, Rêbendan, 2017

    Senatorê Rûsî: Em ê piştî sondxwarinê ji Trump fêm bikin

    © REUTERS/ Lucas Jackson
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Federasyona Rûsyayê Andrey Klimov, li ser polîtîkaya serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump da zanîn, divê piştî merasîma sondxwarinê, îmzekirina yasayên pêşî û fermanên yekem mirov wî binirxîne.

    Klimov li ser hêvî û bendewariyên polîtîkayên dahatuyê yên Trump got, "Dê merasîma sondxwarinê pêk were. Dê Trump yekem yasayên xwe îmze bike, fermanên pêşî bide û piştî van em ê armancên Trump fahm bikin."

    KLIMOV: TRUMP DIXWAZE AMERÎKAYÊ BIHÊZTIR BIKE

    Senatorê Rûsî diyar kir ku Trump xwe wek kesekî ‘pragmatîk' ku berjewendiyên welatê xwe dihizire nîşan dide û dixwaze Amerîka dîsa bibe welatekî mezin li cîhanê.

    Klimov destnîşan kir ku dê Trump wek Obama bi projeyên siyasî yên cuda re mijuliyê neke, hewil bide ku bi awayê endustrî û entelektuelî hêza dewletê ji nû ve zindî bike.

    Senatorê Rûsî daxuyakirin ku sekna Trump ji ya Hillary Clinton a li ser ‘parastina nirxên Ewropayê ji êrîşkariya Rûsyayê' cuda ye ku Trump dibêje, heger Ewropa vê dixwaze divê bedelên wê jî bide.

    'DIVÊ EM NE LI GOTINAN LI KIRINAN BINÊRIN'

    Klimov herwiha bi bîr xist ku divê ne li gotinan lê li kirinên Trump binêrin û wiha domand: "Ji bo Amerîkayê hedefa herî girîng bidestxistina lîdertiya dinyayê ye. Ji Obama cudatir Trump tenê li bihêzkirina welat dihizire, neku hemû barê polîtîkayên Rojava hilgire ser xwe."

    Bi heman mijarî:

    Li Hewlêrê Konsolxaneya Japonyayê hat vekirin
    Ji Trump şîroveya CNN û Buzzfeedê: ‘Ez rêzê li gotinên Pûtîn digirim'
    Tillerson: Divê em di kêşeya Sûriyê de ji nû ve bi Erdogan re bixebitin
    Yekem car serokê Çînê beşdarî DAVOSê dibe
    Li Bexdayê teqîn: Gelek kes birîndar bûn
    Etîketan:
    Trump, Amerîka, Rûsya, Klimov, RÛSYA, AMERÎKA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de