02:10 24 Tebax 2017
Zindî
    Vladimir Pûtîn û Recep Teyip Erdogan

    Kommersant: Rêkeftineke nû di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hat damezirandin

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2810

    Amadekariyên civînên paytexta Kazaxistanê yên Astanayê yên ku dê di 23ê Rêbendanê de bên lidarxistin gihiştin qonaxa xwe ya dawî. Rola Rûsya, Îran û Tirkiyeyê di diyarkirina siberoja Sûriyeyê de xurt bûye û piştî agirbesta ku bi bizava her sê welatan pêk hat, rêkeftineke nû di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hat damezirandin.

    Li gorî nûçeya rojnameya Kommersantê, Enqere û Moskow cara yekem operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞa ku neketiye ber rêkeftina agirbestê pêk anî. Ew rêkeftina bi Enqereyê re hatiye danîn, ji bo Moskowê gelekî giring e û alîkariyê dike ku hinek armanc pêk werin: Rê li ber dewletên rojavayî digire ku însiyatîfê ji bo çareseriya Sûriyeyê têxin destê xwe û rola Îranê jî kêm dike ku hewl dide mayîna Serokê Sûriyeyê Beşar Esad li ser desthilatê misoger bike. Nûçeya ku di Kommersantê de bi îmzeya Sergey Strokan û Maksim Yusin hatiye weşandin, wiha tê gotin:

    "Rûsya, Îran û Tirkiye berî ku dest bi diyaloga Sûriyeyê bikin- civînên Astanayê yên 23ê Rêbendanê û civînên Cenevreyê yên 9 Sibatê- bi awayekî çalak hevdîtinên xwe dewam dikin ta ku aliyan li ser maseyê bidin rûniştin û rê li ber fiyaskoyeke nû bigirin.

    BOGDANOV Û CEMÎL TEQEZÎ LI SER DAMEZIRANDINA DIJBERIYEKE HEVBEŞ KIR

    Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov di çarçoveya van xebatan de bi Serokê Eniya Gelî ya ji bo Azadî û Guhertinê Qedrî Cemîl re civiya. Li gorî daxuyaniyê Bogdanov û Cemîl pespektîva damezirandina platformeke hevbeş a dijberiyê nîqaş kirine ji bo ku dijberiya Sûriyeyê bi awayekî avaker bikare beşdarî pêvajoyên çareseriyê bibe.

    Ji aliyê din ve, Cemîl diyar kir vexwendnameyên civînên Astanayê tenê ji rayedarên hikûmet û komên çekdar re çûne lê dijberiya li Sûriyeyê nehatiye vexwendin. Cemîl teqez kir ku hebûna çend heyetên cuda yên dijberiyê dê astengiyan ji civînan re derxînin. Li gorî Cemîl armanca sereke ew e ku heyeteke hevbeş a dijberan bê damezirandin.

    ESAD: EZ AMADE ME BI 91 KOMÊN DIJBERAN RE JÎ MUZAKEREYAN BIKIM

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad berî hevdîtinên Astanayê rewş nirxand. Esad di serdana parlementerên Fransayê bo Şamê de axivî û diyar kir ku El-Nusra(Navê wê yê nû Fetih El-Şam) û DAIŞ ne tê de, ez amade me bi 91 komên dijberan re jî muzakereyan bikim.

    ERDOGAN: AGIRBEST, FERSENDEKE MEZIN DIAFIRÎNE

    Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li bendê ye ku encamên berbiçav ji xebatên çareseriyê yên Sûriyeyê bên wergirtin. Erdogan ji balyozan re li Enqereyê axivî û got: "Me bi Îran û Rûsyayê re, atmosfera pêwîst bo muzakereyên Astanayê dabîn kir. Agirbesta heyî, her çiqasî were binpêkirin jî, pencereya fersendeke mezin vedike. Em hêvî dikin ku qeyrana li Sûriyeyê bi metodên siyasî were çareserkirin."

    "NEDIYARBÛNA BEŞDARAN DIBE KÊŞE"

    Ji aliyê din ve, li gel daxuyaniyên geşbîn derbarê civînên Astanayê de jî, hinek astengên li ser rêya Astanayê, muzakereyên navbera Şam û dijberan gelekî zehmet dike. Kêşeya herî giring ew e, beşdar dê kî bin. Nexasim ku vê rewşê berî niha jî kêşeyeke wiha li pêşberî beşdaran çêkiribû ku nehatibû çareserkirin. Esad di axiftina xwe bi çapemeniya Fransayê re hişyarî dabû û teqez kiribû ku ew ê tenê bi dijberiya rasteqîn re biaxive:

    "Gava dibêjim rasteqîn, mebesta min, yên jêdera wan ji Sûriyeyê- Ez behsa ingilîzî, siûdî yan jî frensiyan nakim. Mijarên girêdayî Sûriyeyê, tenê bi dijberiya Sûriyeyê re tên axiftin. Anku domdariya konferansê û serkeftina wê bi vê ve girêdayî ye." Lê Esad diyar nekir bê lîsteya dijberiya qelp kengî, kî û dê çawa amade bike."

    Bi heman mijarî:

    Esad: Ez amade me li Astanayê her mijarê gotûbêj bikim
    'Ji bo em Esad bînin ser masê me li DAIŞê temaşe kir, lê wî piştgiriya Pûtîn stand'
    Şandeke Parlamentoya Îranê bi Serokdewletê Sûriyeyê Esad re civiya
    Çavuşoglu: Heta Esad hebe, veguhertineke siyasî ne gengaz e
    Ji Esad bo Pûtîn sipasiya Helebê
    Pûtîn bo serkeftina Helebê Esad pîroz kir
    Ryabkov: ‘Di hevdîtinên bi Îran û Tirkiyeyê re pêşeroja Esad nehat nîqaşkirin
    Etîketan:
    Beata Szydloy, vladîmîr pûtîn, Mîxaîl Bogdanov, Qedrî Cemîl, Şam, Enqere, Moskow, Astana, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de