18:36 20 Tebax 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova: Xwedê gerdûn di 7 rojan de afirand, Obama dê di 9 rojan de xera bike

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova bi tundî rexne li birêveberiya DYAyê ya dema wê li ber bidawîbûnê ye, girtin û diyar kir ku Serokê DYAyê Barack Obama dê di çend rojên dawî de biryarên wiha dide ku ew ê cîhanê xera bikin.

    Zaxarovayê îro li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha nivîsî: "Ez her rojê nûçeyên wiha dixwînim ku Washingtonê dîsa mueyide li ser Rûsyayê sepandine û çek ji kujerên li Sûriyeyê re şandine ku ev gav qet bi kêr nayên lê li ser siyaseta derveyî ya cîhanê gelek xeter in."

    berdevka rûs axiftina xwe wiha dewam kir: "Xwedê gerdûn di 7 rojan de afiran û kêm du hefteyan ji birêveberiya Obama re maye ku wê xera bike."

    Ji aliyê din ve, Wezîrê Parastina DYAYê Ashton Carter rexne li rola Rûsyayê di şerê di dijî DAIŞê girtibûn. Zaxarovayê roja sêşemê li serwan rexneyan wiha gotibû: "Li gorî mentiqê rayedarên leşkerî yên Amerîkayê, Rûsya tawanbar e, ji ber şaşiyên Amerîkayê serrast nake."

     

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Meryl Streep di mijara Trump de durûtiyê dike
    Zaxarova: ‘Eger hackerên rûsî tiştek ku xirab kiribin ew jî mejiyê Obama ye'
    Zaxarova sirên xwe yên taybet ji Spûtnîkê re eşkere kirin
    Zaxarova: Partiya Demokratan bi toleyên ser Rûsyayê heyfa xwe ji Trump distîne
    Zaxarova: Biryara dersînorkirinê tevlî malbatên dîplomatan bandorê li 96 kesan dike
    Zaxarova: Xelkê Amerîkayê ji aliyê serokên xwe ve hat biçûkxistin
    Zaxarova: Şandina çekan bo dijberan, êrîşkarî ye
    Etîketan:
    Ashton Carter, Mariya Zaxarova, dya, DYA, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de