11:05 20 Tebax 2017
Zindî
    İgor Konaşenkov

    Konaşenkov: DYA û koalisyon li Sûriyeyê operasyonên nepen lidar dixin

    © Sputnik/ Alexander Vilf
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov, diyar kir ku DYA û koalisyon li Sûriyeyê operasyonên nepen lidar dixin û bi vê yekê armanc dikin ku berpirsiyariya mirina sivîlan nagrin serxwe.

    Konaşenkov, ‘Balafirên Hêzên Hewayî yên DYAyê û yên koalîsyonê li Sûriyeyê bi awayekî nepen operasyonan li dar dixin. Hevkarên me yên amerîkî, hez nakin ku plannameya firînê ya balafirên leşkerî eşkere bikin. Tenê dem û herêma texmînî tê eşkerekirin. Lê tîpên balafiran û ayîdetiyên wan nayên zanîn. Ev  ‘xetaya trajîk' ya balafirên koalîsyonê jî dike ku ew ji berpirsiyariyên mirina sivîlan birevin û negrin serxwe.'

    ‘DYA DIBÊJE LI IDLIBÊ TERORÎST TUNE YE LÊ…'

    Konaşenkov diyar dike ku DYA, 3ê Rêbendanê li Idlibê di encama bombebaran balafirên B-52 yên stratejik, ji 20an zêdetir sivîlî jiyana xwe ji dest dane.
    Konaşenko got: ‘Halbûkî heya 30ê Berfanbarê yanî heta agirbest hate ragihandin, DYA digot li Idlibê terorîst tune ye.'

    ‘DYA XETA SOR BIKAR NAYNE'

    Konaşenkov diyar kir ku, DYA xeta sor ya ku di çarçoeveya agirbesta Sûriyeyê li Qetarê hatiye danîn, bikar nayne.

     

     




    Bi heman mijarî:

    Konaşenkov: "Êrişa Palmîrayê bi piştgiriya hêza hewayî ya Rûsyayê hat qewirandin"
    Konaşenkov: Artêşa Sûriyeyê di rewşa li Helebê de guhertineke cidî pêk anî
    Konaşenkov: Milîtanên DAIŞê bi alîkariya xwekujan, xeta berevaniya Palmirayê şikandin
    Konaşenkov: Em ê encamên analîzên bermayiyên çekên kîmyewî ji RQÇKê re bişînin
    Konaşenkov: "Terorîst, li Helebê milîtanên ku dixwazin teslîm bibin dikuje"
    Etîketan:
    mirina sivîla, operasyonên nepen, balafirên şer, Îgor Konaşenkov
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de