05:07 20 Tebax 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Peskov: "Di destê Kremlînê de tiştekî ku zirarê bide prestîja Trump tuneye"

    Host photo agency
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Berdevkê Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov di daxuyaniya xwe de ragihand ku di destê Moskowê de tiştekî ku zirarê bide prestîja Trump tuneye.

    Berdevkê Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov di daxuyaniya xwe de ragihand ku di destê Moskowê de tiştekî ku zirarê bide prestîja serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump tuneye.

    Dmitriy Peskov di axaftina xwe ya civîna çapemenî de got: "Rûsyayê tu agahiyên ku zirarê bide prestîja serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump û raqîqa wî namzeda Partiya Demokrat Hillary Clinton qetiyen berhev nekirine."

    Peskov di berdewamiya axaftina xwe de bersiv da nûçeyên ku îdîa dikin îstîxbarata rûsî derheqê Trump de agahî û dosyeyên ku bikaribin li dijî wî bikar bînin bersivand û got: "Ev nûıçe gelekî erzan û sprekulasyon in."

    Li gorî îdîayên îstîxbaratvanên amerîkî, li pişta êrişên sîberî yên Partiya Demorakrat û namzeda wê Hillary Clinton ku reqîba Trump Rûsya heye.

    Herwiha îstîxbaratvan îdîa dikin ku Rûsya ji bo Donald Trump wekî Serokê Amerîkayê were hilbijartin piştgiriya wî kirin û êrişên sîberî li hemberî Partiya Demokrat bikar anîn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Rûsya wê li Astanayê, di asta pisporan de bê temsîlkirin
    Peskov nikarîbû bersiv bida kîjan pirsa Pûtîn?
    Peskov: Telefona mobîl a Pûtîn tune ye, navgînên din tercîh dike
    Peskov behsa rêbazên birina dilê Pûtîn kir
    Peskov behsa planên betlaneya Putin kir
    Etîketan:
    Namzeda Partiya Demokrat, Berdevkê Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê, Serokê Amerîkayê, Hillary Clinton, Donald Trump, Dmitriy Peskov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de