02:12 21 Tebax 2017
Zindî
    Dîrektorê Îstixbarata Netewî yê Amerîkayê James Clapper

    Îstixbarata Amerîkayê: Delîlên ku Rûsyayê bandor li encamên hilbijartinê kiriye tune ne

    © AFP 2017/ SAUL LOEB
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Dîrektorê Îstixbarata Netewî yê Amerîkayê James Clapper daxuyakirin, delîlên ku Rûsyayê bandor li ser encamên hilbijartina seroktiya Amerîkayê kiriye nehatine dîtin.

    Clapper li rûniştina Komîteya Îstixbaratê ya Senatoya Amerîkayê axivî û got, ‘Em dikarin bibêjin ku me delîleke ku Rûsan encamên hilbijartinê guhertî ye bi dest nexistiye.'

    'AGAHÎYÊN VEŞARÎ JI RAYA GIŞTÎ RE NEHATIN PARVEKIRIN'

    Dîrektorê îstixbaratê da zanîn ku rapora li ser mudaxeleya Rûsyayê ya ser hilbijartinan hatiye amade kirin, bi kesên bûne çavkanî, daneyên berhevkirî û çavkaniyên vekirî hatiye amadekirin ku beşek mezin a raporê ji ber hesasbûna çavkaniyan û metodên wê veşarî hatine hiştin û bi raya giştî re nehatine parvekirin.

    Clapper diyar kir ku ji ber hesasbûna zêde ya çavkaniyan ew nikarin li ser hemû agahiyan gengeşiyê bikin, lê nirxandinên serekî yên raporê jî wekî hev in.

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Divê YPG/PYD jî li ser masê hebe
    Berdevkê Koalîsyonê: Ti ferqa PKK ya Şingalê û DAIŞa Mûsilê nîne
    Li Navenda Giştî ya TRTê îxbara bombeyê hat kirin
    Yekem benda guhertina makezagona Tirkiyê hat qebûlkirin
    Doza Demirtaş hat taloqkirin
    Etîketan:
    Amerîka, Rûsya, Delîlên mudexeleya hilbijartinan tune ne, Dîrektorê Îstixbarata Netewî yê Amerîkayê James Clapper, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de