13:37 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Wezîrê berê yê Aboriya Rûsyayê Aleksey Ulyukayev

    Cezayê hepsa malê yê wezîrê Rûsyayê hat dirêjkirin

    © REUTERS/ SERGEI KARPUKHIN
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Dadgeha Basmanniy a Moskowê cezayê hepsa malê yê Wezîrê berê yê Aboriya Rûsyayê Aleksey Ulyukayev ku ji ber gendelîkirina 2 milyon dolaran lê hatibû birîn, heta 15ê Nîsana 2017an dirêj kir.

    Li gor nûçeya medya Rûsî dadwerê doza Ulyukayev, Yelena Lanskaya bi daxuyaniyekê ragihand ku dadgehê biryar standiye cezayê hepsa malê yê Ulyukayev heta 15ê Nîsanê were dirêjkirin.

    JI ULYUKAYEV RE 15 SAL CEZA TÊ XWESTIN

    Dadgehê herwiha daxwaza rojê 2 demjimêran meşîna Ulyukayev jî red kir û heta 15 salan cezayê zindanê bo wî tê xwestin.

    Ulyukayev, bi tohmeta ji bo firoştina parên kompaniya petrolê Başneftê bertîl standiye hatibû sizadan û ji aliyê Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ve ji kar hatibû vekişandin.

     

    Bi heman mijarî:

    Kesek bi tohmeta êrîşa Reînayê hat girtin
    HSD: Em ne beşekî PKKê ne
    YPGê nasnameyên 6 şervanên xwe eşkere kir
    Li Babê depoya ard hate topbarankirin
    "Rûsya û DYAyê li Rojhilata Navîn heman tiştî dikin lê cudahî ew e, yek tenê serkeftî ye"
    Etîketan:
    Cezayê hepsa malê hat dirêjkirin, Wezîrê berê yê Aboriya Rûsyayê Aleksey Ulyukayev, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de