23:09 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Rûsyayê ji bo berfirehkirina Lîsteya Magnitskiyê bersiv da Amerîkayê

    © AP Photo/ Maxim Shemetov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov got berfirehkirina Lîsteya Magnitskiy ya ji aliyê Washingtonê ve gavek ji bo xerabkirina têkiliyên Rûsya û Amerîkayê ye.

    Wezareta Darayî ya Amerîkayê Serokê Komîteya Lêpirsîn a Rûsyayê Aleksandr Bastrikin jî di nav de 5 welatiyên din ên Rûsyayê tevlî lîsteya Magnitskiyê kir. Peskov di derbarê mijarê de ji bo rojnamegeran axivî û got bi vê gavê tê xwestin ku têkiliyên dualî werin xerabkirin.
    Peskov li ser bersivdayîna Moskowê ji bo vê yekê jî dest nîşan kir ku ew ê tu daxuyaniyê nede.

    Li gorî daxuyaniya Wezareta Darayî ya Amerîkayê di lîsteya meuyîdeyan de ligel Bastrikin parlamenterê Rûsî Andrey Lugovoy, dadgerê lêpirsînê Stanîslav Gordiyevskiy û karsazên bi navê Dmitriy Kovtun û Gennadiy Plaksin jî hene.

    Li Amerîkayê di 14'ê Berfanbara 2012'an de Yaseya Magnitskiyê hat pesendkirin û ev yase li dijî welatiyên Rûsî yên ku tê îdiakirin mafên mirovan binpêkirine, mueyîdeyan di xwe de dihewîne.

    DÎSA JÎ EM JI BO DIYALOGÊN BI AMERÎKAYÊ RE AMADE NE'

    Peskov plana amadekirina pêşnûmaya nû ya ku ji aliyê senatorên Amerîkayî ve bi îdiaya Rûsyayê destavêtiye hilbijartinên Amerîkayê tê amadekirin û rê li ber mueyîdeyên nû vedike, nirxand.

    Peskov got ev yek xerabkirina têkiliyên dualî ji xwe re dike hedef.

    Peskov diyar kir ku hewldanên derbeyê li siberoja têkiliyên Rûsya û Amerîkayê didin berdewam dikin û derbirî ku Moskow li beramberî mueyîdeyan be jî amade ye ku bi Washingtonê re têkiliyan normalîze bike.

    Senatorên Amerîkayî Lindsey Graham û John McCain daxuyandibûn ku ew ji bo mueyîdeyên nû yên li dijî Rûsyayê pêşnûmeyekê amade dikin.

    Etîketan:
    Lîsteya Magnitskiyê, dayîn, bersiv, Berdevkê Kremlînê, Dmitriy Peskov, Washington, Moskow, Amerîka, rÛSYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de