21:54 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Zaxarova: Meryl Streep di mijara Trump de durûtiyê dike

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2210

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova helwesta lîstikvana Amerîkayî Meryl Streep ya ji bo rexnekirina Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump, ku qerf bi bi rojnamegerekî berasteng kiribû, wek ‘durûtî' bi nav kir.

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Zaxarova li ser hesabê xwe yê Facebookê diyar kir ku Streep a ku rexneyê li Trump digire, durûtiyê dike.

    Zaxarova anî ziman ku gotinên Streep ên di derbarê helwestên şaş ên mirovên xwedî hêz de ji bo rêveberiya Barack Obama jî derbasdar e û got, "Ma têkiliya van gotinan bi rêveberiya berê ne tune ye? Bêguman heye. Helwestên biçûkdîtin û biçûkxistinê ji bo rêveberiya ku peywira wê dê biqede distûr in. Lê tê xuya ku ev daxwaza di derbarê biçûkxistina hinekan de berê Maryl Streep eleqeder nekiriye."

    Aktrîsa Amerîkayî Meryl Streep di rêûresma xelat a Kureya Zêrîn de ji ber ku Trump di dema kampanyaya hilbijartinê de qerf bi rojnamegerekî berasteng ê rojnameya New York Timesê kiribû rexne li Trump girtibû û gotibû, "Ger ku kesên xwedî desthilat hêzên xwe ji bo zordestiyê li kesên din bikin, bikar bînin, wê gavê me ê hemû wenda bikin."

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: ‘Eger hackerên rûsî tiştek ku xirab kiribin ew jî mejiyê Obama ye'
    Zaxarova sirên xwe yên taybet ji Spûtnîkê re eşkere kirin
    Zaxarova: Xelkê Amerîkayê ji aliyê serokên xwe ve hat biçûkxistin
    Zaxarova: Dîrok rêbaza Obama ya 'piştî me tofan e' efû nake
    Etîketan:
    durûtî, Serokê nû yê Amerîkayê, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Maryl Streep, Donald Trump, Mariya Zaxarova, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de