09:49 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Sûriye

    Pisporê rûsî: ‘Çima DAIŞ hindik êrişê leşkerên Amerîkayê dike'

    © AFP 2017/ AMMAR SULEIMAN
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2110

    Şewirmenda Serokê Enstîtuta Lêkolînên Stratejîk a Rûsyayê (RİSİ) û Pispora Rojhilata Navîn Yelena Sûponîna ragihand ku DAIŞê li dijî çeperê leşkerên Amerîkayê ya li Sûriyeyê hindik êriş pêk tîne û got: ‘Washington li herêmê dualî dilîze.'

    Sûponîna, ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku DAIŞê êrişî çepere leşkerên Amerîkayê ya li Sûriyeyê jî dike, lê terorîst Amerîkayê ji xwe re wek Tirkiye û Rûsyayê xetere nabîne. Pisporê rûsî eşkere kir ku terorîst vê yekê hîsdikin: Amerîka ji bo wan gefek mezin nîne. Ew li holê tehdîdek wiha nabînin. Lewra terorîst hindik êrişî çeperê leşkerên Amerîkayê ya li herêmê dikin.

    ‘WASHINGTON JI ALIYEK VE BI FERMÎ DIJÎ TERORAN TÊDIKOŞE, JI ALIYÊ DIN VE JÎ…'

    Pispora rûsî destnîşan kir ku li herêmê Rûsya û Tirkiye li dijî terorîstan şer dikin. DAIŞ jî wekê her du welatan bi leşkerên Amerîkayê re şer nake. Sedema vê ev e: ‘Amerîka li herêmê dualî dilîze, Washington ji aliyek ve bi fermî dijî teroran têdikoşe, ji aliyê din ve jî çeteyên din ên li herêmê li gorî berjewendiyên xwe bikar tîne. Mînak Komên muxalîfên li hemberî Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad gorî berjewendiyên xwe bikar tîne.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: "Em hêvî dikin Amerîka xeletiyên xwe yên berê nemeşîne"
    Fîrariyê FETOyê li Amerîka bû rektor
    Amerîka: Ji bo El Babê bi Tirkiyê re danûstandinên dîplomatîk didomin
    Amerîka: Piştgiriya me ya ji bo Herêma Kurdistanê wê bidome
    Etîketan:
    dualî, amerîkî, pispor, çeper, leşker, DAIŞ, Sputnik, Yelena Sûponîna, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de