23:09 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Leonardo di Caprio

    Leonardo DiCaprio ji aliyê Rûsyayê ve hat vexwendin

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Jîngehê ya Rûsyayê ji bo ku balê bikişîne ser pirsgirêkên xwezayî aktrîsê navdar ê Amerîkayî Leonardo DiCaprio ji bo ‘Forûma Aborî ya Navneteweyî li St. Petersburgê' (SPIEF) û ‘Forûma Aborî ya Rojhilat' (WEF), ku wê di çarçoveya ‘Sala Ekolojiyê' de werin lidarxistin, vexwend Rûsyayê.

    Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Jîngehê yê Rûsyayê Sergey Donskoy ji bo Russia Todayê (RT) axivî û got ew dixwazin bi piştgiriya kesên navdar balê bikîşinin ser îsala ku wek Sala Ekolojiyê hatiye ragihandin.

    Donskoy diyar kir ku wan di vê çarçoveyê de aktrîsê navdar ê Amerîkayî Leonardo DiCaprio yê ku dixwaze pasaporta Rûsyayê bigire û bi damezirandina saziyekê têkoşîna pirsgirêkên xwezayî dimeşîne, vexwendiye Forûma Aborî ya Navneteweyî li St. Petersburgê (SPIEF) û Forûma Aborî ya Rojhilat (WEF).

    Donskoy derbirî ku îsal sala ekolojiyê ye û ji ber vê yekê ew dixwazin bi kesên navdar re hevkariyê bikin û ev tişt gotin: "Kesên navdar ên ji derve tên bala çapemeniyê dikişînin û dibin alîkar ku pirsgirêk ji rayagiştî re were ragihandin."

    Donskoy da zanîn k udi derbarê mijarên jîngehê de ew ê bi navdarên Rûsî yên wekî Nikolay Drozdov, Vladimir Pozner, stranbêj Oleg Gazmanov û İlya Lagutenko re jî hevkariyê bikin û got, "Xebatên kesên navdar bandorê li mirovên ji rêzê dikin. Ji ber vê yekê em ê bi beşdarbûna kesên navdar karên wek çikandina daran û paqijiya tevahî ya derdorê bikin."

    Tê plankirin ku SPIEF di meha pûşperê de, WEF jî di meha îlonê de were lidarxistin.

    Etîketan:
    pirsgirêkên xwezayî, sala ekeolojiyê, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Jîngehê yê Rûsyayê, Vladîmîr Pozner, Nikolay Drozdov, Sergey Donskoy, Leonardo DiCaprio, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de