15:02 19 Sibat 2018
Zindî
    Aleksey Puşkov

    Puşkov: Kesên Rûsyayê bi destavêtina hilbijartinên DYA tohmetbar dikin...

    © Sputnik/ Alexander Natruskin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Endamê Konseya Federasyonê Aleksey Puşkov rapora ku dibêje Rûsyayê bi êrîşên sîberê midaxeleyê hilbijartinên serokatiya Amerîka yên 8'ê Mijdarê kiriye, ji ber li şûna delîlên şênber spartine feraziyeyan, rexne kir.

    Endamê Komîteya Parastin û Ewlehî ya Konseya Federasyon a Rûsyayê Puşkov li ser hesabê xwe yê Twitterê encama rapora ku dibêje Rûsyayê ji bo alîkariya nazmetê Komarparêzan Donald Trump bi êrîşên sîber midaxeleyê hilbijartinên serokatiya Amerîkayê kiriye, nirxand û ev tişt gotin:

    "Hemû tohmetên li dijî Rûsyayê xwe dispêrin ‘bawerî' û feraziyeyan. Amerîkayê bi heman awayî bawer dikir ku (Serokê berê yê Iraqê Seddam) Husên jî xwediyê çekên kimyewî ne."

    ​Amerîkayê ji bo dagirkirina Iraqê îdia kiribû ku li Iraqê çekên kimyewî û biyolojîk hene lê paşê ev îdia nehatibû piştrastkirin.

    Çapemeniya Amerîkayê di meha berfanbarê de gotibû tevlî Rêxistina Agahîgirtina Nevendî ya Amerîkayê (CIA) jî di nav de rêxistinên îstixbaratê yên Amerîkayê bawer dikin ku Rûsyayê di hilbijartinên serokatiyê de bi êrîşên sîberê alîkariya Trump kiriye.

    Serwîsên îstixbaratê hefteya borî di derbarê êrîşên sîberê de raporek weşandin û dihat payîn ku di warê hebûna Rûsyayê li paş wan êrîşan de di wê raporê de delîlên şênber werin diyarkirin lê di naveroka raporê de tiştekî wisa derket.

     

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de