17:45 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Keştiya şer a Amiral Kuznetsov

    Enîya Sûriye ya Demokratîk: "Em ji biryara Rûsyayê ya kêmkirina hêza leşkerî bi endişe ne"

    © REUTERS/ Norwegian Royal Airforce
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 7201

    Berdevkê grûba muxalif a ku nû hatiye damezrandin a Eniya Sûriye ya Demokratîk Mais Krydee ragihand ku em ji biryara Rûsyayê ya li Sûriyeyê ya kêmkirina hêza leşkerî bi endîşe ne.

    Berdevkê grûba muxalif a ku nû hatiye damezrandin a Eniya Sûriye ya Demokratîk Mais Krydee ragihand ku em ji biryara Rûsyayê ya li Sûriyeyê ya kêmkirina hêza leşkerî bi endîşe ne. Lewra em bi Rûsyayê bawer in, dibe militan ji vê îstîfade bikin û hêza xwe dîsa bidin hev û çekên nû bistînin.

    Mais Krydee di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ez vê gava Rûsyayê bi baldarî dişopînin. Li Sûriyeyê gelek grûbên milîtanan hene. Dibe ev gav pêvajoya muzakereyan teşwîq bike û terefan bikşîne ser maseyê. Gelo milîtan ji bo çekdaninê û çareseriya siyasî amade ne? Heke milîtan vê gavê ji bo hêzbûna xwe bikar bînin wê çi bibe? Divê di vê mijarê de em baldar bin."

    Krydee di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em bi Rûsyayê bawer in. Moskow di pêvajoya muzakereya çareseriya siyasî de baweriyeke xurt dide. Wezîfeya herî girîng li welat dawîanîna terorîzmê ye û li hember derketina wê ye."

    Herwiha berpirsên Wezareta Parastin a Rûsyayê biryar dabûn ku hêza xwe ya leşkerî li Sûriyeyê kêm bikin û li gorî daxuyaniya wezaretê di nava grûbê pêşî ya hêza leşkeri ya Rûsyayê de keştiya balafirên şer a Amiral Kuznetsov jî hebû.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirkiyeyê: Rûsyayê li Babê sengerên DAIŞê rûxandin
    Artêşa Tirkiyeyê: Balafirên Rûsyayê li El-Babê DAIŞ bombebaran kir
    Robot dê li Artêşa Rûsyayê bên zêdekirin
    Pûtîn: Artêşa Rûsyayê gefê li tu kesan naxwe
    Êdî înterneta artêşa Rûsyayê bi xwe heye
    Etîketan:
    Vekişandina hêza Rûsyayê ji Sûriyeyê, Berdevkê grûba muxalif a ku nû hatiye damezrandin a Eniya Sûriye ya Demokratîk, Mais Krydee, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de