22:20 17 Tebax 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Peskov nikarîbû bersiv bida kîjan pirsa Pûtîn?

    © Sputnik/ Alexey Filippov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 4310

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy PEskov di weşana zindî de li xwe mikur hat û diyar kir ku wî nikarîbû bersiv bida pirseke Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn.

    Peskov di bernameya televîzyoneke Rûsî de behsa bûyereke di navbera xwe û Pûtîn de kir û ev tişt gotin:

    "Ez carinan di civînan de ji bo konsantrebûnê de çavên xwe piçekî digirim. Wisa bifikirin, wek ku hûn li konsereke muzîka klasîk in… Rojekê di civîna Konseya Federal de kameravan gava ku çavên min piçekî girtîbû, dîmenê min girt. Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn di civînê de diaxivî.

    Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov
    © Sputnik/ Aleksey Nikolskiy
    Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov

    'WE JI KU ZANÎBÛ, HÛN DI CIVÎNÊ RAZA BÛN'

    2 saetan piştî civînê Pûtîn l imin geriya û got, "Dmitriy Sergeyeviç xal û derbirînên di axaftinê de çawa bûn, çawa hatin vegotin?" Min jî got, "Vladîmîr Vladîmîrovîç gelekî baş bû, bi ya min peyameke ku gihîşt girseya xwe ya rasteqîn." Piştî bêhnvedaneke biçûk Pûtîn ev tişt pirsî: "Dmitriy Sergeyeviç, we ji ku zanîbû?"

    Min nizanîbû ez ê çi bersivê bidimê. Bi awayekî hêrs min di ber xwe de kir piste pist. Û Pûtîn wisa berdewam kir: "Dmitriy Sergeyeviç, hûn di hemû civînê de raza bûn."

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Telefona mobîl a Pûtîn tune ye, navgînên din tercîh dike
    Peskov behsa rêbazên birina dilê Pûtîn kir
    Peskov: "Sûcdariyên Amerîka yên bêbingeh nayên qebûlkirin"
    Peskov behsa planên betlaneya Putin kir
    Peskov: Diyaloga di navbera Rûsya û DYAyê de hemû astande hatiye sekinandin
    Etîketan:
    bersiv, pirs, Serokdewletê Rûsyayê, Berdevkê Kremlînê, Vladîmîr Pûtîn, Dmitriy Peskov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de