01:29 20 Tebax 2017
Zindî
    Keştiya şer a Amiral Kuznetsov

    'Rûsya gava ku bixwaze dikare hêzên xwe yên li Behra Spî zêde bike'

    © REUTERS/ Norwegian Royal Airforce
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Serokê Tevgera Piştgirî ya Filoya Rûsyayê Mihail Nenaşev got Rûsya di çarçoveya operasyonên dijterorê yên li Sûriyeyê de ger ku pêwistî be pê hebe, dikare hêzên xwe yên li Behra Spî bi lez zêde bike.

    Nenaşev li ser kêmkirina hêzên Rûsya yên li Sûriyeyê axivî û got, "Keştiyên Amîral Kuznetsov û Pyotr Velikiy li Sûriyeyê di bêbandorkirina komên tundrew de ji bo ku operasyonên hewayî werin bihêzkirin, wek wesayitên piştgiriyên din ên Filoya Bakurê roleke sereke lîstin."

    Nenaşev diyar kir ku keştiyan piraniya peywirên xwe xwe bicih anîn û ji ber vê yekê wê ji Behra Spî veqetin.

    Serferkanê Artêşa Rûsyayê Valeriy Gerasimov diyar kiribû ku wan li Sûriyeyê di çarçoveya biryara Serokdwletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de dest bi kêmkiria hêzên xwe kirine û gotibû din ava koma pêşîn a ji Sûriyeyê vediqete de keştiya balafiran Amîral Kuznetsov û kruvazora Pyotr Velikiy jî cih digire.

    Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn piştî ku li Sûriyeyê di bin garantoriya Moskow û Enqereyê de agirbest hat ragihandin, biryar girtibû ku beşek ji leşkerên Rûsyayê ji Sûriyeyê vekişîne.

    Bi heman mijarî:

    Keştiya balafir a rûsî Kuznetsov ji Sûriyeyê vediqete
    Amîral Kuznetsov li peravên Sûriyeyê ket sala nû
    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: Sedema qezeya Amiral Kuznetsov ne xelatiya pîlotajê ye
    'Keştiya Amîral Kuznetsov a Rûsyayê, Sûriye ji êrîşên Amerîkayê parast'
    Etîketan:
    hêzên xwe, zêdekirin, Serferkanê Artêşa Rûsyayê, Serokdewletê Rûsyayê, Mihail Nenaşev, Valeriy Gerasimov, Vladîmîr Pûtîn, Behra Spî, Enqere, Sûriye, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de