20:15 17 Tebax 2017
Zindî
    Patrîk Kirill

    Patrîk Kirîll: Terora Rojhilata Navîn bûye navgîna siyasetê

    © Sputnik/ Sergey Pyatakov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Patrîkê Dêra Ortodoks a Rûsî Kirîll got, rêxistinên terorê li Rojhilata Navîn bûne navgîn ji bo pêkanîna armancên siyasî û tiştekî giring e ku Rûsya hewl dide vî tiştî asteng bike.

    Kirîll bi televizyona Rossiya 1ê re axivî û wiha got: "Gava teror ji bo hinekan bibe navgînek ta ku bigihêjin armancên xwe yên siyasî, ne pêkan e ku têkoşîneke rasteqîn li dijî terorê pêk were. Em îro vî tiştî li Rojhilata Navîn dibînin. Di vê çarçoveyê de, tiştekî gelekî giring e ku Rûsyayê kariye koalisyonekê li Sûriyeyê damezirîne ta ku li dijî terorê şer bikin. Ev ji bo polîtîkaya hevdem bûyereke giring e."

    Herwiha Patrîk Kirîll hêvî kir ku di serî de li Sûriyeyê, li tevahiya cîhanê şerê li dijî terorê bi ser keve.

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Erdogan peyama Îzmîrê: Em nahêlin teror dubendiyan çêbike
    "Teror ne sedema ketina balafira Rûsyayê ye"
    Alîkarê Gelemper yê AKPê: Teror gelekî kêm bûye
    Antî-Teror a Kurdistanê: Ebû Ebdurehman Şîşanî hat kuştin
    Erdogan: Ji bo çi piştgiriya PYDê tê kirin, ji bo çi el Nûsra teror e
    Qanûna jikaravêtina şaredarên tev li “teror”ê bûne, amade ye
    Barzanî ji bo DAIŞê got teror medya Tirkiyeyê gotinên wî li dijî PKKê bi kar anîn
    Etîketan:
    teror, Kirîll, Patrik Kirill, Sûriye, Rojhilata Navîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de