02:36 17 Tebax 2017
Zindî
    İtfaiye- navgîna agirkujiyê - agirkuj

    Li Moskowê agir bi avahiyekê ket: Miriyek û 9 birîndar

    © Sputnik/ Sergey Kuznetsov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 4310

    Hat ragihandin ku li avahiyeke li bakurê paytexta Rûsyayê, Moskowê agir bi avahiyekê ketiye û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û 9 kes jî birîndar bûne.

    Çavkaniyekê ji Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê ji çapemeniya Rûsyayê re ragihand, tîmên agirkujiyê du saet û nîvan xebitîne ta ku agirê bi avahiyeke duqatî li kolana Yaroslaviyê ya Moskowê ketibû, vemirînin û wan encex saet 8:45ê sibehê kariye vemirînin.

    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, agirî bandor li qadeke bi berfirehiya 700 metreyî kiriye û di encama agirî de, kesekî jiyana xwe ji dest daye û 9 kes birîndar bûne.

    "WEZARETA REWŞÊN LEZGÎN A RÛSYAYÊ: AVAHî NE BALYOZXANEYA DYAYÊ YE"

    Ji aliyê din ve, hatibû ragihandin ku ev agir bi avahiya balyozxaneya DYAyê ye ku li kolana Novinskiyê ye. Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê ji hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku ev nûçe ne rast e.

    Bi heman mijarî:

    Li Rihayê agir bi dibistanekê ket
    Li Mereşê li fêrgehek Qur'anê agir derket
    Li Şengalê agir bi du konên welatiyan ket
    Li Herêma Pîşesaziya Tuzlayê agir derket!
    Li Amerîkayê agir netemirî: 13 mirî
    Agir bi refîneyê ket, asîman bi duxanê nixumî
    Etîketan:
    Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê, Moskow, Amerîka, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de