11:01 20 Tebax 2017
Zindî
    President Putin attends Christmas service

    Putin ji bo Noelê pîrozbahî li gelê Rûsyayê kir

    © Sputnik/ Michael Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1620

    Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin bi mebesta hatina cejna Noelê ya ku weke roja jidayikbûna Îsa tê zanîn gelê rûs pîroz kir û balkişand ser giringîya Kinîseya Ortodoks a rûs di parastina sîstema civakî de.

    Kremlînê peyama Serokdewletê Rûsyayê ya derbarê cejna Noelê parve kir. Li gorî daxuyaniyê Putin got: "Cejna Noelê ligel kêfxeşiya ku dide jiyana me hestên me yên herî baş zindî dike û berê me dide kok û kevneşopiyên me yên manewî. Ev roj rojên wisa ne ku ligel dema fikr û karên baş, di van rojan de em hestan li hemberî kesên hewcedariya wan bi alîkariyê re hene û nas û dostan his dikin. Noel her wiha di jinûve zindîbûna mîrasa çand û dîrokî a dewlemend û nirxên exlaqî yên bilind ên Kinîseya Ortodoks a rûs û mezhebên Xristiyan de roleke bêhemba û mezin dilîze."

    Pûtîn balkişand ser tevkariya mezin a Kinîseya Ortodoks a rûs a ligel karên xêrxwazî û perwerdeyê yên parastina aştî û aramiya civakê û Ortodoks û gelê rûs bi sedema hatina Noelê pîroz kir û ji bo wan selametî û serkevtin daxwaz kir.

    Kinîseya Ortodoks a rûs salnameya Julyen bikar tîne û di şeva 6ê Rêbendanê bi 7ê Rêbendanê ve girê dide Noelê pîroz dike.

     

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Telefona mobîl a Pûtîn tune ye, navgînên din tercîh dike
    'Ji bo em Esad bînin ser masê me li DAIŞê temaşe kir, lê wî piştgiriya Pûtîn stand'
    Kirby: Bêşik Pûtîn gelekî biaqil e
    'Pûtîn bi xwînsarî bersiv da provokasyona Obama'
    Peskov behsa rêbazên birina dilê Pûtîn kir
    Etîketan:
    Cejna Noelê, Salnameya Julyen, Kinîseya Ortodoks a rûs, Vladimir Putin, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de