02:22 24 Tebax 2017
Zindî
    Vladimîr Jirînovskî

    Jirînovskî: Wê Tirkiye baregeha Încîrlikê bide me

    © Sputnik/ Aleksey Nikolski
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 6501

    Serokê Partiya Lîberal a Rûsyayê Vladimîr Jîrînovskî îdia kir ku dê Tirkiye baregeha Încîrlîkê niha Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bikar tîne, dê bide Rûsyayê.

    Jirînovksî di bernameyeke radyoya Rûsî de da xuyakirin ku dê li herêmê her tim baregehên wan ên leşkerî hebin û wiha domand: "Em ê her tim li wê derê bin. Ez pê bawerim ku dê Tirkiye destûrê bide ku baregehên me li welatê wan hebin. Niha hêdî hêdî Tirkiyê bloke dikin, dê Amerîka ji wê derê derveke. Dibe ku li dahatuyê Tirkiye ji NATOyê derkeve, baregeha Încîrlikê were valakirin. Dê bi me bidin kirêkirin. Încîrlik baregeha leşkerî ya herî bihêz a Rojhilata Navîn e. Heger Încîrlik bibe ya me, em ê şeqameke xweş li rûyê NATOyê bidin."

    'EM Ê BI PASAPORTA NAVXWEYÎ BIÇIN TIRKIYÊ'

    Jirînovskî bal kişand ser ku ew bawer dike Enqere ji bo bibe partnerê serekî yê Moskowê dê ji bo hevpeymanîbûnê berê xwe bide bakur û got, ‘Ji bo bibin endamê Rêxistina Hevkariya Şangayê em dikarin ji wan re bibin alîkar. Piştre dibe ku mijara beşdariya Yekîtiya Gumrikê were rojevê. Em dikarin derbasî danûstandina Ruble û TLyê bibin. Tirkiye ji vê re amade ye. Dema em biçin Tirkiyê em ê bi Rubleyê danûstandinên xwe bikin. Bawerim ku em ê li nêzîk bi pasaportên navxweyî biçin Tirkiyê.'

     

    Bi heman mijarî:

    Pispora Rûsî: Ti têkiliyeke min bi êrîşên sîberî nîne
    Kongreya Amerîkayê Seroktiya Trump bi fermî pesend kir
    Balafira nêçîrvan MIG-35 dest bi firînê dike
    Qedexeya derketina derve ya Liceyê hat rakirin
    Li Amerîkayê 'Rapora Berfireh' a derbarê Rûsyayê de hat weşandin
    Etîketan:
    Pasaporta navxweyî, Ruble û TL, Tirkiye, Rûsya, Baregeha încirlik, Vladimîr Jirînovskî, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de