08:37 26 Îlon 2017
Zindî
    Sûriye, Heleb

    Wezareta Berevaniya Rûsyayê: Di 24 saetên dawî de agirbest 28 caran hat binpêkirin

    © AP Photo/ Hassan Ammar
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê leşkerên rûs ên li Sûriyê di 24 saetên dawî de 15, leşkerên tirk jî 13 binpêkirinên agirbestê tespît kirin.

    Daxuyanî di malpera fermî ya Wezareta Berevaniyê de hat belav kirin û hat gotin ku leşkerên rûs ên di komisyona hevbeş a rûs-tirk de li Hamayê 5, li Şamê, 5, li Lazqiyê 3 û li Helebê 2 caran rastî binpêkirina agirbestê hatin.

    Leşkerên tirk jî li Hamayê 4, li Idlibê 3, li Şamê 3, li Helebê 1, li Lazqiyê 1 û li Derayê jî 1 car binpêkirin tespît kirin.

    LI HELEBÊ 4 KAMPANYAYÊN MIROVÎ HATIN LIDARXISTIN

    Di saetên dawî de ti ciyên nû beşdarî agirbestê nebûne û li Helebê 4 kampanyayên mirovî hatin lidarxistin. Qasî 6 ton alîkariya mirovî ji bo kesên xwedîpêdivî hatin şandin.

    Li Lazkiyê jî diyariyên sersalê ji bo zarokên li zarokistan û dibistanekê hatin belavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Îran: Îdiayên dibêjin Sûriye wê bibe 3 perçe, derew in
    Lavrov û Çavuşoglu li ser Sûriye û Astanayê axivîn
    Sûriye: Agirbest dê şeva pêncşemê dest pê bike
    Çavûşoglu:Dê hevdîtina me ya sêqolî ji bo pêşeroja Sûriye baş be
    Sûriye: "Milîtanan li Helebê êrişî korîdora sivîlan kir"
    ‘Leşkerên Amerîkayê gihiştin herêma li ser sînorê Sûriye û Iraqê'
    Çavuşoglu: "Rûsya rasterast nabêje Sûriye nekiriye, dibêje NHBê wê tunene"
    Etîketan:
    mirovî, alîkarî, binpêkirin, agirbest, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de