12:19 26 Îlon 2017
Zindî
    Rus emekli istihbarat ve polis generali Aleksandr Gurov

    Generalê îstixbarata Rûsî yê berê: Dixwazin di ser DAIŞê re Tirkiyeyê bitirsînin

    © Sputnik/ Aleksandr Polyakov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 42 0 0

    Generalê Îstîxbarata Rûsî yê Teqawidbûyî Aleksandr Gurov balkişand ser ku êrîşên li Stenbolê û Îzmîrê û got, "Welatên Rojava dixwazin di ser rêxistina terorê ya DAIŞê re Tirkiye ya ku polîtîkayên serbixwe dimeşîne û xwe nêzîkî Rûsyayê dike, bitirsîne."

    Pisporê Rûsî Gurov ji bo Sputnikê axivî û ev tişt gotin, "Tirkiye îro nêzîkî Rûsyayê dibe. Bi taybetî jî li herêma Rojilata Navîn. Ev jî hinekan aciz dike. Tirkiey û Rûsya li Sûriyeyê bi hev re li dijî DAIŞê têdikoşin. DAIŞ niha dixwaze tolê ji Tirkiyeyê hilîne. Lê welatên Rojavayê jî ji vê yekê sûdê werdigirin û peyamê didin Tirkiyeyê: Tu li ba kê yî? Welatên Rojava bi vî awayî dixwazin di ser rêxistina terorê ya DAIŞê re Tirkiye ya ku polîtîkayên serbixwe dimeşîne û xwe nêzîkî Rûsyayê dike, bitirsîne."

    ‘AMERÎKA Û EWROPA NAXWAZIN TIRKIYE BI HÊZ BE'

    ‘Tirkiye îro welatekî bi hêz e. Artêşa Tirk bi hêz e. Amerîka û Ewropa jî naxwazin Tirkiye bi hêz be. Ew Tirkiyeyê jî nagirin Yekîtiya Ewropayê (YE)."

    ‘TIRKIYE DIVÊ HEVKARIYA XWE YA DIJTERORÊ YA LIGEL RÛSYAYÊ XURT BIKE'

    Gurov wisa berdewam kir: "Divê Tirkiye hevakriya xwe ya dijterorê ligel Rûsyayê zêde bike. Tirkiye di têkoşîna dijterorê de xwedî tecrube ye. Lê Rûsya jî di 20 salên dawîn de di têkoşîna dijterorê de bû xwedî tecrubeyên girîng. Îro di serî de DAIŞ û rêxistinên terorê yên dinb ji bo cîhanê metirsî ne. Divê Ewropa jî li dijî terorê hevakriya xwe ya ligel Rûsyayê xurt bike û divê êdî tiştekî ji me hîn bibe. Bi ya min Ewropa ji bo vê têkoşînê hîn ne amade y. Rûsya bi salan e li dijî terorê têdikoşe. Îro li Sûriyeyê jî vê têkoşînê berdewam dike."

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê li hemberî clubekê êrîşa çekdarî: 35 kes mirin
    Li Stenbolê teqîn!
    Almanya: Em ji plana agirbestê ya Rûsya, Îran û Tirkiyê kêfxweş dibin
    Tirkiye: Li Sûriyeyê agirbest hat ragihandin, Tirkiye û Rûsya garantor in
    Etîketan:
    DAIŞ, Generalê Îstîxbarata Rûsî ya Teqwidbûyî, Aleksandr Gurov, Stenbol, Sûriye, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de