08:08 24 Îlon 2017
Zindî
    Rûsya

    Rûsên nû: Aktor û hunermendên ku pasaporta Rûsya Federal wergirtine

    © Foto: © Sputnik/ Alexander Vilf
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Sala 2016an stêrkek cîhanî ya din diyarî Rûsyayê kir; aktorê Amerîkî Steven Seagal pasaporta rûsî wergirt. Hemwelatiya Îtalyayê Ornella Mûtî ku li gorî agahiyên ajansan bi mebeste serdana Moskowê bike, dibe ku ew jî wek Sîgal pasporta rûsî wergire.

    Piştî Gérard Xavier Marcel Depardieu ê, ku sala 2013an bû hemwelatiyê Rûsyayê, Steven Seagal jî dixwaze li Rûsyayê bijî. Hêjayî gotinê ye ku kalkê Steven ji aliyê bav ve li yek ji herêmên Rûsyayê çêbûye û di nîvê pêşîn yê sedsaliya pîstan de koçî Amerîkayê kir bûn. Aktor jibo dîtina koka xwe serdana herêmên Rûsyayê-Kalmîkya, Tûva û Yakûtyayê kir. Sîgal gelek caran mikur hatiye ku ew pir ji kultûra rûsî ya dewlemend hez dike.

    'HEMWELATIYÊN BIYANÎ DIVÊ HERÎ KÊM 5 SALAN LI RÛSYAYÊ BIJÎN'

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ferman da ku aktorê amerîkî Steven Seagal destpêka meha Mijdarê sala 2016an pasaporta rûsî wergire.
    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ferman da ku aktorê amerîkî Steven Seagal destpêka meha Mijdarê sala 2016an pasaporta rûsî wergire.

    Li gorî qanûna Rûsyayê, hemwelatiyên biyanî piştî ku ne kêmî 5 salan li Rûsyayê bijin an ji bi destûra serokê welêt dikarin hemwelatiya Rûsyayê wergirin. Sekretêrê çapemenî yê serokê Rûsyayê Dmitry Peskov ragihand ku Seagal ku bi hezkirna xwe ji welêt re navdare, demek dirêj daxwaza hemwelatiya Rûsyayê dikir.

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ferman da ku aktorê amerîkî Steven Seagal destpêka meha Mijdarê sala 2016an pasaporta rûsî wergire. Êdî dawiya vê mehê Vladîmîr Pûtîn bixwe pasporta hemwelatiyê Rûsya Fêdêral pêşkêşî Seagal kir.
    Ji bilî pasporta amerîkî û rûsî, Seagal hemwelatiyê Sirbistanê ye jî.

    'ORNELLA MUTI JÎ SERÎ LÊ DA'

    Aktrîsta Îtalyayê Ornella Muti jî dixwaze pasporta rûsî wergire. Heta niha wê bi şêwekî fermî daxwaza vê yekê ji Vladîmîr Pûtîn ne kirye, lê hat ragihandin ku planên Muti yên mezin li Moskowê hene. Wek nimûne, wê xaniyekî sê ode li navenda Moskowê kirye û dixwaze restoranek îtalî û dikanek taybet ya solan li Moskowê veke. Sekretêrê çapemenî yê serokê Rûsyayê Dmitry Peskov destpêka meha Mijdarê ragihand ku dema daxwaza Ornela Muti bê wergirtin serokê Rûsyayê dê vê daxwazê venêre.

    Ornella Muti û Gerard Depardieu
    © East News/ SIPA / SCHNEIDER PRESS
    Ornella Muti û Gerard Depardieu

    'NIVÎSKAR YORI KUPER JÎ PASAPORT WERGIRT'

    Hunermend û nivîskar Yorî Kuper meha Çilya Paşîn pasaporta rûsî wergirt. Ew sala 1940 li Moskowê çêbû ye, sala 1972 koçî Israilê kir û ji wir çû Londonê. Di dema niha de ew li Fransa, Amerîka, Brîtanya û Rûsyayê kar dike. Bêtir ji 50 pêşangehên hunermend li galariyên cîhanî yên herî giran buha hatine lidarxistin.

    Balyozê Rûsya li Qirgizistanê Andrey Krutko meha Adarê pasaporta rûsî pêşkêşî yek ji cêwiyên ku bihev ve jidayik bibûn, keça 24 salî Hite Razaxanov, her weha dêya wê jî kir. Serok ev ferman da jibo ev keçik bê astengî li nexweşxanên Rûsyayê bê dermankirin û dêya wê jî bikaribe rêkeftiya wê bike.

    'CÊWIYÊN BIHEV…'

    Cêwiyên ku bihev ve jidayik bibûn Zita û Hita Rezaxanova li gundê Zapadnoy li Kirgistanê jidayîkbûnû li cîhanê yekemîn bûn ku bi şêwekî serkeftî jihev hatin qutkirin. Tenduristiya herdû keçan demek dirêj başbû. Cihê mîzê yê herdû keçkan yek bû û sê lingên wan hebûn. Emelyat sala 2003an li nexweşxana Moskowê Filatovcrî hat pêkanîn. Lê sala 2011an tenduristiya yekê ji wan- Zita Rezaxanova pîsbû. Tev hewldanên bijîşkên rûsî, gurcî û kirgîzî jî, mixabin keçik di sala 2015an de jiber têkçûna gelek orgenên xwe mir

    Zumrûd Rezaxanova ji ajansa RIA Novosti re got ku "ev rojek pir bextewer di jiyana me de ye, em libende vê xulekê bûn. Mixabin keça me nikarîbû libende vê rojê bimîne, tev ku serokê ferman dabû jî jibo ew jî paspoorta rûsî wergire. Wek Zumrûd dibêje, ew ne bimestin mala xwe veguhezin, lê hebûna hemwelatiya rûsî wê dermankirna keçkê pir erzan bike."

    Etîketan:
    pasaport, welatî, RIA Novosti, Zita Rezaxanova, Hita Rezaxanova, Dmitriy Peskov, Vladimir Putin, Steven Seagal, Ornella Muti, Gérard Xavier Marcel Depardieu, Fransa, Qirgizistan, Îsraîl, Moskow, Amerika, İtalya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de