22:30 24 Îlon 2017
Zindî
    Fenrîqeya çîkolata

    Rûsî êdî wê bikaribin ‘Hirçên Kremlînê' bixwun

    © Sputnik. Movsumov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 4941

    Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemenî ya Serokatiya Dewleta Rûsyayê, çîkolata ‘Hirçên Kremlînê' (Kremlevskiy Mişka) ku demekê li welat populer bûn dê li marketan were firotin.

    Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemenî ya Serokatiya Dewleta Rûsyayê, çîkolata bi gofret a ‘Hirçên Kremlînê' (Kremlevskiy Mişka) ku demekê li welat populer bûn wê dîsa li marketan were firotin û dê rûsî bikaribin bistînin.

    Li gorî nûçeya ajansa RIA Novostiyê, berhemê mala bazirganî ya Kremlînê ya febrîqeya Pobedayê Kremlevskiy Mişka wê pêşkêşî hemû rûsan bikin. Çîkolataya bi gofret îsal wê li marketên Moskowê were firotin.

    Ji aliyê din ve çikolataya bi gofret a bi navê Kremlevskiy Mişka berê ji terefê çend febrîqeyan ve hatibû hilberan û li Rûsyayê gelekî bibû populer, lê paşî ji ber hinek sedeman hilberana wê hatibû rawestandin. Li ser daxwaza kerîneran gofret ji nû ve hat dîzaynkirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    'Rûsya amade ye çekên pêşketî bide Filîpînan'
    Amarên Rûsya û Tirkiyê: Di 24 seetan de 39 caran agirbest hat binpêkirin
    Rûsya: Di operasyonên Sûriyeyê de 35 hezar milîtan hatin kuştin
    Rûsya li Sûriyeyê bi partiyên Kurd re civiya
    Rûsya: Koalîsyona navneteweyî binesaziya Sûriyeyê bi awayek sîstematîk tune dikin
    Etîketan:
    Hirçên Kremlînê' (Kremlevskiy Mişka), Ofîsa Çapemenî ya Serokatiya Dewleta Rûsyayê, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de