04:21 24 Îlon 2017
Zindî
    Elena îsînbayeva

    Atlêtên rûsî bi bêterefî dê bikaribin tevlî pêşbirkên navneteweyî bibin

    © REUTERS/ DYLAN MARTINEZ
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3122

    Yekîtiya Federasyonên Atletên Navneteweyî (IAAF) rêberiyek ku atlêtên rûsî bi bêterefî dê bikaribin tevlî pêşbirkên navneteweyî bibin belav kir.

    Yekîtiya Federasyonên Atletên Navneteweyî (IAAF) şertên atlêtên rûsî ku bikaribin tevlî pêşbirk û musabaqeyan bibin rêberiyek belav kir. Li gorî rêberiyê atlêtên rûsî dê di binê van şertan de bikaribin tevlî pêşbirkan bibin.

    TEVLÎBÛNA BÊALÎ

    Li gorî daxuyaniya IAAFê, ji bo akredîtasyona Federasyona Atletîzm a Rûsyayê hatiye cemidandin atlêtên rûsî ne li ser navê Rûsyayê wê bikaribin bi bêalî tevlî musabaqe û pêşbirkan bibin.

    Ji aliyê din ve li gorî daxuyaniyê, cih girtina hawizê test a bi tescil ê navneteweyî (IRTP) an jî testa saziyên serbixwe rasterast mafê tevlîbûna pêşbirkan nade, divê serlêdan rasterast li Saziya Lêkolîn a Dopîngê (DRP) werin kirin û wê DRP biryara munasibûna atlêtan ji bo pêşbirkan bide.

    Bi heman mijarî:

    CASê destûr neda ku atlêtên rûsî tevlî Olîmpiyadên Paralîmpîk bibin
    Pûtîn: "Li hemberî atlêtên rûsî cudakerî hat kirin"
    IAAFê ji xeyrî Klîşîna serdana hemû atlêtên rûsî red kir
    Rûsya: "Ji bo atlêtên me herin Rioyê em ê heta dawî tekoşîna xwe bidomînin"
    Etîketan:
    Saziya Lêkolîn a Dopîngê (DRP), Federasyona Atletîzm a Rûsyayê, Yekîtiya Federasyonên Atletên Navneteweyî (IAAF), Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de