22:58 26 Îlon 2017
Zindî
    Serkdewletê Filîpînan Rodrigo Duterte ligel fermandaran

    'Rûsya amade ye çekên pêşketî bide Filîpînan'

    © AFP 2017/ TED ALJIBE
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Balyozê Manîla yê Rûsyayê Îgor Hovayev ragihand ku Moskow dixwaze balafir, keştiyên binavî û çekên pêşketî bide Filîpînê ku peymana çekan a bi Amerîkayê re betal kiriye.

    Hovayev, li destroyera Trîbuts a Hêza Deryavaniya Rûsyayê ku ji bo tetbîqatê gihîştibû welatê Filîpînan civîneke rojnamevanî li dar xist.

    Hovayev bal kişand ser pabendbûna Rûsyayê bi hiqûqa navdewletî û got, "Em amade ne çekên sivik, balafir, helîkopter, keştiyên binavî û cureyên din ên çekan hinardeyî Filîpînan bikin. Ne çekên destê diduyan em dixwazin çekên herî pêşketî bişînin."

    Serokdewletê Filîpînan Rodrigo Duterte, piştî betalkirina peymana çekan a bi Amerîkayê re ragihandibû ku ji bo dinyayê bikin cihekî aştîyane ew dê bi dostên xwe yên nû Rûsya û Çînê re hevkariyê bikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Îran: Divê Tirkiye dev ji tawanbarkirina aliyan berde
    Hevserokên HDPya Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel hatin girtin
    Leşkerê tirk ê li Babê birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
    Ji Wezareta Pêşmerge bo Malikî: Yê sînorê Kurdistanê diyar dike ne Malikî ye
    Koalîsyonê hejmara leşkerên operasyona Mûsilê qasî 2 qatan zêde kir
    Etîketan:
    Filîpînan, Moskow, Rûsya, Şandina çekan bo Filîpînan, Filîpînan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de