04:44 23 Mijdar 2017
Zindî
    Sûriye

    Rûsya: Di operasyonên Sûriyeyê de 35 hezar milîtan hatin kuştin

    © AP Photo/ Hassan Ammar
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 58 0 0

    Wezareta Parastin a Rûsyayê daxuyand ku ji destpêka operasyonên Hêzên Hewayî yên Rûsyayê û vir ve, ku di Îlona 2015'an de destpê kiribû, 35 hezar militan hatine kuştin û hezar û 500 wesayitên leşkerî yên komên terorîst hatine îmhakirin.

    Di daxuyaniya niviskî ya wezaretê de hat gotin, "Li Sûriyeyê 725 kampên perwerdehiyê, 405 destegehên muhîmatan, hezar û 500 wesatiyên leşkerî yên terorîstan hatin îmhakirin û tevlî 204 qadên fermandariyê 35 hezar militan hatin kuştin."

    Li gorî daxuyaniyê li Sûriyeyê bi alîkariya hêzên hewayî yên Rûsî qadeke di berfirehiya 12 hezar û 360 km2 û 499 cih û war ji destê militanan hatin rizgarkirin.

    Her wiha di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku li Sûriyeyê bi piştgiriya pisporên Rûsî qadeke di berfirehiya hezar û 420 km2 ji mayinan hatin paqijkirin û hat diyar kirin ku leşkerên Rûsî jî wek alîkariya mirovî bi hezaran ton kelûpel li sivîlên Sûriyeyî belavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya li Sûriyeyê bi partiyên Kurd re civiya
    Rûsya: Koalîsyona navneteweyî binesaziya Sûriyeyê bi awayek sîstematîk tune dikin
    Rûsya: Em bi Sûriyeyê re têkiliyên di navbera parlamentoyan de pêş dixin
    Rûsya derbarê îxlal kirina agirbesta li Sûriyeyê de daxuyanî da
    Pûtîn û Esad agirbesta li Sûriyeyê axivîn
    Etîketan:
    alîkariya mirovî, operasyon, kuştin, milîtan, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de