05:08 24 Mijdar 2017
Zindî
    Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê berê Henry Kissinger

    'Kissinger dikare konsepteke nû ji bo têkiliyên Rûsya û Amerîkayê bipêş bixe'

    © AFP 2017/ Michael Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Ji Akademîya Zanistên Rûsî Lêkolîner Vladimîr Baytuk, nûçeyên derbarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê berê Henry Kissinger ku dê ji bo asayîkirina pêwendiyên Rûsya û Amerîkayê rol bilîze wek nûçeyeke xweş nirxand.

    Batyuk bersiv da pirsên RIA Novoskîyê yên di vê derbarê de û got, ‘Ji ber ku Kissinger wek navbeynkarê fermî berî niha jî ji bo başkirina pêwendiyên Rûsya û Amerîkayê rol standibû, dikare ji bo pêşxistina konsepteke nû jî kar bike. Kissinger hem li Rûsya hem jî li Amerîkayê xwedî rêzdariyekê ye û vê rêzdariyê jî heq dike.'

    'DIBE KU TRUMP JI KISSINGER DAXWAZ BIKE'

    Lêkolîner Batyuk bi bîr xist ku Kissinger gelek caran serdana Moskowê kiriye û peyamên veşarî yên Qesra Spî anîne Kremlînê û got, ‘Lewma jî dibe ku Trump ji Kissinger daxwaz bike ji bo Rûsyayê konsepteke pêwendiyên derve amade bike. Ji ber ku Kissinger navekî rastîn ê siyaseta kevneşopî ye, dibe ku rê li ber xitimandina pêwendiyên Rûsya û Amerîkayê veke.'

    ROJNAMEYA BILD A ALMANÎ ÎDIAYA KISSINGER BELAV KIRIBÛ

    Rojnameya Almanî Bildê li ser zanyariyên ji tîma Trump bi dest xistine ragihandibû ku îhtimal heye serokê 45emîn ê Amerîkayê Donald Trump ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Rûsya û Amerîkayê Henry Kissinger bide pêş.

     

    Bi heman mijarî:

    Bloomberg: Wê Rûsya di 2017an de bibe yek ji welatê herî cazîp
    Berdevkê heyama Trump: Ti delîlên mudaxeleya hilbijartinan tune ne
    Rûsya: Di 24 seetan de 34 caran agirbest hat binpêkirin
    Malîkî: Heşdî Şabî dibe ku biçe Sûriyê jî
    Li Iraqê DAIŞê êrîşî navenda polîsan kir: Bi kêmî 7 polîs hatin kuştin
    Etîketan:
    Akademîya Zanistên Rûsî Lêkolîner Vladimîr Baytuk, Rûsya, Amerîka, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê berê Henry Kissinger, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de