04:48 22 Mijdar 2017
Zindî
    Barack Obama û Vladimir Pûtîn

    'Pûtîn bi xwînsarî bersiv da provokasyona Obama'

    © AFP 2017/ Saul LOEB Natalia KOLESNIKOVA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Gerînendeyê Estîtuya Zanistên Jeopolîtîk a Îtalyayê Tiberio Graziani, toleyên rêveberiya Obama ya Amerîkayê yên ser Rûsyayê wek kiryareke xerîb nirxand û li ser bersiva Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn got, 'Pûtîn bi xwînsarî bersiv da provokasyona Obama.'

    Grazianî di nirxandina xwe ya RIA Novostiyê de li ser tolên Obama da zanîn ku rêveberiya Amerîkayê gaveke sembolîk û provokatîf avêtiye.

    'DIVÊ RÛSYA HEWIL BIDE ZIRARÊ HERÎ KÊM BIKE'

    Pisporê Îtalî bersiva Kremlinê bi girîngî nirxand û got, ‘Pêwîst e Moskow hewil bide ku zirara li ser têkiliyên Amerîka û Rûsyayê, di rojên dawî yên Obama de herî kêm bike.'

    Grazîanî bal kişand ser hevsengiya pêwendiyên her du welatan a piştî destbikarkirina rêvebiriya Donald Trump û soza Trump a li ser başkirina pêwendiyên bi Rûsyayê re bi bîr anî.

    Piştî biryara Amerîkayê ya dersînorkirina 35 dîplomatên Rûsî bi hinceta destwerdana hilbijartinên seroktiya Amerîkayê, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê jî ji Kremlînê daxwaza dersînorkrina 35 dîplomatên Amerîkî kiribû. Lê Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihandibû ku ew ti dîplomatekî Amerîkî dersînor nakin.

     

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirkiyeyê hejmara personelên xwe eşkere kir
    Serokwezîrê Tirkiyê serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê dike
    Di nav pêşdetirên Tirkiyeyê de pêşeroja Esad tine ne
    Dîmenên ketina Tirkiyeyê ya êrişkarê Reinayê hat weşandin
    Pêla koçberiyê ya ber bi Efrînê didome
    Etîketan:
    Rûsya, Amerîka, Kremlîn, Obama, Pûtîn, Pisporê îtalî Grazîanî, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de