10:31 24 Hezîran 2018
esad

Di nav pêşdetirên Tirkiyeyê de pêşeroja Esad tine ne

© REUTERS
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Şewirmendê Nûnerê Taybet ya Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura û Dîrektorê enstîtu û Akedamiya Zanistî yê Rûsyayê Vîtaliy Naumkîn ragihand ku di nav pêşdetirên Tirkiyeyê de pêşeroja Esad tine ne, lê ev yek gengaze ku di hevdîtinin Astanayê de bê nîqaşkirin.

Naumkîn ji ajansa RIA Novostiyê re axivî û destnîşan kir ku Tirkiye niha bi ewlehiya xwe ve eleqedar dibe, tehdîd a herî sereke FETO, ya diduyan jî kurd e û dû re jî DAIŞ tê.

Herwiha Naumkin diyar kir ku li gel Rûsyayê razî bûye ku hêzên Tirkiyeyê li Sûriyeyê bin jî, ev nayê wê wateyê ku "Rûsya dê bipejirîne ku beşek ji axa Sûriyeyê bo demeke dirêj ji aliyê dewleteke biyanî ve dagirkirî bimîne, ne giring e, ew dewlet kî be jî."

‘ESAD BO TIRKIYEYÊ ÊDÎ NE TEHDÎT E'

Dîplomatê rûsî diyar kir ku tehdîta Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad bo Tirkiyeyê di rêza 4an deye. Her çiqas gotina vê yeke zor be jî, dibe ku Esad ji bo Tirkiyeyê dibe êdî nebe tehdît.

‘HERÎ DERENG HEVDÎTINÊN ASTANAYÊ NIVCEYA MEHA RÊBENDANÊ DE PÊK TÊ'

Naumkîn, da zanîn ku parametreyên peymana Sûriyeyê dê di hevdîtinin li Astanayê de zelal bibin û got: 'Herî dereng hevdîtinên Astanayê di nivceya meha rêbendanê pêk bê.'

Bi heman mijarî:

AA: "Tirkiye û Rûsya li ser plana agirbest a Sûriyeyê lihev kir"
Peskov nûçeya lihevkirina Tirkiye û Rûsyayê li ser planekê piştrast nekir
NY amade ye beşdarî pêkanîna peymana Rûsya, Tirkiye û Îranê bibe
Rûsya: NY piştgiriyê dide hewldanên Rûsya, Tirkiye û Îranê yên ji bo aştiya Sûriyê
Tirkiye berê Çemê Dîcleyê guherand
De Mistura: Em di mijara Sûriyeyê de piştgiriyê didin hewldanên Rûsya, Tirkiye û Îranê
Etîketan:
pêşdetir, FETO, DAIŞ, PKK, RIA Novosti, Vîtaliy Naumkîn, Beşar Esad, Staffan de Mistura, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de