10:13 22 Sibat 2018
Zindî
    Petrol

    Rûsya rojane, zêdetirî 11 milyon warîlî, petrol hildiberîne

    © Sputnik/ Alexei Danichev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Rêjeya hilberandina petrolê ya rojane ya Rûsyayê 3.74 zêde bû û derket 11.21 milyon warîlî. Hat gotin ku hilberandina petrolê ya rojane, ji sala 1991an heta niha cara duyem e ku bi ser 11 milyon warîlî dikeve.

    Li gorî agahiyên li ser ajansa Bloombergê, Rûsya di sala 2016an de, rêjeya hilberandina petrolê ya rojane  3,74 zêde kir û derxist 11.21 milyon warîlî.

    Li gorî agahiyên ajansê, rêjeya petrolê ya rojane ya di sala 2016an de, piştî belavbûna Sowyetîstanê, cara duyem e ku bi ser 11 milyon warîlî dikeve.

    Hat ragihandin ku di sala 2016an de bi giştî 547.499 milyon ton petrol hilberand. Hejmara hilberandinê li gorî 2 sal berê bi rêjeya 2.5an zêde bû.

    Ji aliyê din, Rûsya hilberandina gaza sirûştî ya di nava sala 2016an de 0.7an zêde kir û bû 640.007 milyar metrekup.

    Bi heman mijarî:

    Bi doneyên Amerîka û biryara OPECê petrol û dolar bilind bû
    "Bi xêra Pûtîn, di sala 2016an petrol gihişt bilindtirîn buhayiya xwe"
    Iraq: Em bi riya xeta Kerkûk - Ceyhanê êdî petrol nafiroşin'
    ROJAVA - Kapasîteya petrol û xaza kurdan hate tesbîtkirin
    Etîketan:
    warîl, sowyetîstanê, rojane, hilberandina petrolê, serketin, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de