17:00 21 Mijdar 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Peskov behsa rêbazên birina dilê Pûtîn kir

    © Sputnik/ Alexey Filippov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Berdevkê Kremlînê Peskov di bernameyeke televîzyonê de behsa riya birina dilê Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn û zewaca bi wî re kir.

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di kanala NTVya Rûsî de beşdarî bernameya Mejdunarodnaya Pilorama bû. Peskov piştî pirsa pêşkeşvan a "Alîkara min Liza dipirse ku di nava xebatkarên îdareya serokatiyê de kesê azep heye an na" got, Nal ê li Kremlînê heye".

    Ev bersiva Peskov da fikarindin ku ev kes Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn e.

    Li ser vê yekê pêşkeşvan pirsî û got, "Ji bo ku Liza karibe dilê vî kesê bi tenê bibe, hûn çi şîretê dikin?"

    Peskov jî bi henekî ev bersiv da: "Divê perwerdehiyeke baş girtibe, divê guh bide gotinên dayik û bavê xwe, divê guh bide gotinên pêşkeşvanê bernameyê û kanalê, paşê divê di rêveberiya serokatiyê de 10-15 sal xebitî be, divê kariyer kiribe. Paşê jî ez bawer dikim ku ji aliyê sal ve temenê we ne guncav e. Tu siûda we tune ye."

    Etîketan:
    dilbirin, rêbaz, Berdevkê Kremlînê, Serokdewletê Rûsyayê, Kanala NTV ya Rûsî, Vladîmîr Pûtîn, Dmitriy Peskov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de