14:35 25 Sibat 2018
Zindî
    Moskow

    Dîplomatên rûsî ku Amerîkayê dersînor kirin gihîştin Moskowê

    © AP Photo/ Alexander Zemlianichenko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balafira dîplomatên rûsî ku rêvebiriya Amerîkayê ew dersînor kiribûn bi malbatên xwe re gihîşte paytextê Rûsyayê Moskowê.

    Li gorî nûçeya RIA Novostiyê balafira dîplomatên rûsî ku rêvebiriya Amerîkayê ew dersînor kiribûn bi malbatên xwe re gihîşte paytextê Rûsyayê Moskowê.

    Rêvebiriya Kremlînê balafira taybet ku ji bo diplomat û malbatê wan hilgire şandibû duhî seet li 17.00an ji Washîngtonê rabû. Li gorî zanyariyan hejmara diplomat û malbatên wan ê rûsî ku ji Amerîkayê hatibûn dersînorkirin 96 kes in.

    ZAROKÊN DÎPLOMATAN VEXWENDÎ ŞAHIYA SERSALÊ YA KREMLÎNÊ NE

    Wekî din li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemenî ya Serokatiya Dewleta Rûsyayê, zarokên dîplomatên rûsî ku ji Amerîkayê hatin dersînorkirin ji bo tevlî şahiya sersalê ya Kremlînê bibin vexwendname ji wan re şandin. Pîlot di balafira taybet a Rûsyayê de ev mizgînî da zarokên dîplomatan.

    Piştî ku Amerîkayê bi sedema ku mudaxeleya hilbijartina 8ê Mijdarê kirine biryara dersînorkirina 35 dîplomatên rûsî da, Wezareta Derve ya Rûsyayê jî pêşnîyar kiribû ku ew jî 35 dîplomatên amerîkî dersînor bikin.

    Bi heman mijarî:

    Dîplomatên rûsî ji Amerîkayê veqetiyan
    Dîplomatên rûsî yên li Tirkiyê daxwaza xurtkirina ewlekariyê kirin
    Ji Pûtîn bo dîplomatên rûsî, ‘eniya tekoşîna dijterorê ava bikin'
    Rûsyayê 2 dîplomatên amrîkî dersînor kirin
    Dîplomatên Ewropayê: YEyê dema mueyîdeyên li hemberî Rûsyayê 6 meh dirêjkirin
    Etîketan:
    Dîplomatên rûsî yên ku hatin dersînorkirin gihîştin Moskowê, Amerîka 35 dîplomatên rûsî dersînor dike, Moskow, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de