18:45 27 Gulan 2018
Dmitry Medvedev û Binali Yildirim

Medvedev, ji bo Yildirimî sersaxî xwest

© Sputnik / Alexandr Astafiev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev, piştî êrîşa li Ortakoya Stenbolê li navenda şahiyê Raînayê pêk hat û 39 kesan jiyana xwe ji dest da, li Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirimî geriya û sersaxî jê re xwest.

Hat ragihandin di hevdîtina bi riya telefonê ya herdû serokwezîran Medvedevî hêviyên xwe yên sersaxiyê ji bo Yildirimî pêşkeş kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, serokên Hikûmetên Rus û Tirk derbarê terorîzma navnetewî de axivîne û giringiya tekoşîna hevkar anîne ziman.

Medvedevî her wiha nameyek jî ji Yildirimî re şand û xwest berpirsên erîşê di zûtirîn demî de bêne girtin derkev in pêşberî dezgehên daraziyê.

Bi heman mijarî:

Pûtîn ji bo êrîşa li Stnebolê sersaxî ji Erdogan re xwest
Wezareta Karên Derve ya Tirkiye sersaxî ji Rûsyayê re xwest
Tirkiye sersaxî ji Rûsyayê re xwest
Demirtaş sersaxî li malbata kaptanê Amedsporê kir
Etîketan:
Hevdîtina Medvedev û Yildirim, Hikûmeta Rûsya, Hikûmeta Tirkiye, Bînalî Yildirim, Dmitriy Medvedev, Stenbol, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de