07:46 23 Gulan 2018
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Pûtîn ji bo êrîşa li Stnebolê sersaxî ji Erdogan re xwest

    © REUTERS / Tomohiro Ohsumi
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokdewletê Rûsyayê Vladîmr Pûtîn ji ber êrîşa ku li Stenbolê li semta Ortakoyê li dijî cluba Reinayê pêk hat û di encamê de 39 kesan jiyana xwe ji dest da, daxwazên xwe yên sersaxiyê ji Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re ragihand.

    Li gorî daxuyaniya Kremlînê serokê Rûsyayê Pûtîn nameyek ji bo Erdogan şand û di wê nameyê de ev tişt gotin:" Gelekî zehmet e ku mirov sûcekî ji kuştina mirovên bêguneh ên di pîrozbahiyên serê salê de hîn xerabtir xeyal bike. Lê nirxên mirovî û exlaqî ji bo terorîstan bi temamî têgehên biyanî ne. Peywira me ya hevpar ew e ku divê em bi biryar bersivê bidin êrîşkariya terorîstan."

    Pûtîn her wiha diyar kir ku ew ê di têkoşîna dijterorê de hevkariya xwe ya ligel Tirkiyeyê berdewam bikin.

    Bi heman mijarî:

    Balyozxaneya Îngiltereyê welatiyên xwe hişyar kir
    Obama ji bo êrîşa li Tirkiyeyê daxuyanî da
    Amerîkayê hişyarî da welatiyên li Stenbolê
    Di şahiya serê salê de xwîn hat rijandin: "Xebatên lêgerîna terorîst berdewam dikin"
    Serokomarê Tirkiyê derbarê êrîşê de agahî wergirt
    Etîketan:
    şandin, nameya sersaxiyê, Serokomarê Tirkiyeyê, Serokdewletê Rûsyayê, Recep Tayîp Erdogan, Vladîmîr Pûtîn, Stenbol, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de