04:51 23 Mijdar 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova: Biryara dersînorkirinê tevlî malbatên dîplomatan bandorê li 96 kesan dike

    © Sputnik/ Yevgeniy Odinokov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova got ku dîplomatên rûs ên Washingtonê biryara dersînorkirinê derbarê wa de standiye, tenê 2 meh in li DYAyê ne.

    Zaxarova diyar kir ku tevlî malbatên dîplomatan hejmara kesên ku DYAyê derbarê wan de biryara dersînorkirinê standiye gihiştiye 96an û wiha berdewam kir: "Em ne tenê derbarê dîplomatan de diaxivin, biryar di heman demê de bandorê li malbatan jî dike. Ev jî tê wateya 96 kesan ku zarokên dema dibistanê û dema beriya dibistanê jî di nav de ye."

    Zaxarovayê ew îdia bibîr xist ku bû sedema Serokdewletê DYAyê Barack Obama biryara mueyideyan bistîne û di daneyên ji hêla saziyên istixbaratê yên DYAyê ve hatine pêşkêşkirin ku dîplomatên rûs di biharên 2015 û 2016an de beşdarî hin çalakiyên ku wê bine hilbijartinên serokatiyê bikolin bûne û wiha got: Êz dixwazim vî tiştî bibîr bixim ku hin kesên DYAyê xistiye nav lîsteya mueyideyan, tenê 2 mehin li DYAyê ne. Ew çawa dikarin tevlî wan çalakiyan bibin ku bandorê li ser hilbijartinên DYAyê bikin. Ne gengaz e ku ev bê famkirin?"

    'GIRTINA MISYONÊN DIPLOMATÎK ÊN RÛS, BIRYAREKE WISA YE KU HETA NIHA NEHATIYE DÎTIN'

    Zaxarova biryara girtina misyonên dîplomatîk ên rûs ên li New York û Marylandê bi gotinên bûyereke wisa ye ku 'heta niha nehatiye dîtin' bilêv kir û destnîşan kir ku îdiayên dibêjin dibistanên zarokên dîplomatên biyanî perwerde dikir hatine girtin, dûrî rastiyê ne.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Xelkê Amerîkayê ji aliyê serokên xwe ve hat biçûkxistin
    Zaxarova: Dîrok rêbaza Obama ya 'piştî me tofan e' efû nake
    Zaxarova: Şandina çekan bo dijberan, êrîşkarî ye
    Zaxarova: "Bi muxalifên sûriyeyî re di nava pêwendiyan de bû"
    Zaxarova Reuters li derewê xist
    Zaxarova: "Lavrov û Kerry îro li Almanyayê hevdîtinekê pêk tînin"
    Etîketan:
    dîplomat, dersînorkirin, Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, New York, Maryland, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de