19:52 23 Mijdar 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: Em ê ti kesî dersînor nekin

    © AFP 2017/ Natalia KOLESNIKOVA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 41 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihand ku Rûsya dê gavên başkirina têkiliyên xwe bi DYAyê re li gorî polîtîkaya Trump diyar bike.

    Serokê Dewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihand ku wî pêşniyara dersînorkirina 35 dîplomatên amerîkî wek bersiv ji dersînorkirina dîplomatên rûs ji Amerîkayê re red kiriye ûdiyar kir ku bersiva wan dê li gorî polîtîkaya Trump be.

    Pûtîn li ser malpera fermî ya Kremlînê derbarê biryara DYAyê daxuyaniye da û got: ‘Gavên nû yên ne dostane yên DYAYê dibe sedema provakasyonan û zerarê dide têkiliyên me. Ev yek li dijî berjewendiyên gelê Rûsya û DYAyê ye. Dema ku em berpirsiyariyên Rûsya û DYAyê yên di warê parastina ewlehiya kurewî de didin ber çavên xwe, em dibînin ku gavên bi vî şiklî zirarê dide hemû têkiliyên navneteweyî jî.'

    ‘EM Ê TU KESÎ DERSÎNOR NEKIN'

    Pûtîn di dewamiya axaftina xwe de got: ‘Em ê ji dîplomatên amerîkî re ti astengiyan dernexînin û ti kesan dersînor nekin.  Ez ê zarokên dîplomatên amerîkî vexwînim şahiya noelê.'

    ‘SERSALA NÛ YA OBAMA Û MALBATA WÎ PÎROZ DIKIM'

    Pûtîn diyar kir ku ew gelek xemgîne ku, peywira Obama bi vî şiklî hate bidawîkirin û sersala Obama û malbata wî pîroz kir. Herwiha ya hemû gelê amerîkî jî pîroz kir.

    Etîketan:
    paşdeavêtin, dîplomatên rûs, dersînorkirin, vladîmîr pûtîn, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de