05:01 24 Mijdar 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn û Donald Trump

    'Dibe ku Trump mueyîdeyên li dijî Rûsyayê rake'

    © AFP 2017/ Savo PRELEVIC
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Çavkaniyekî ji Qesra Spî ji bo çapemeniya Rûsî axivî û got Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump ê ku wê di 20ê Berfanbarê de dest bi peywirê bike, dibe ku mueyîdeyên Amerîkayê duh li dijî Rûsyayê dan destpêkirin rabike.

    Piştî ku rêveberiya Barack Obama, tevlî dersînorkirina 35 dîplomatên Rûsî û girtina nûnertiyên dîplomatîkên Rûsî yên li New York û Marylandê, dest bi mueyîdeyên nû yên li dijî Rûsyayê kir, çavkaniyekî ji Qesra Spî got serokê nû yê Donald Trump dibe ku wan mueyîdeyan rake.

    Çavkaniyê ku ji bo çapemeniya Rûsî axivî got, "Dibe ku ew mueyîde werin rakirin lê ev nayê tu wateyê."

    Çavkanî her wiha derbirî ku şêweyê polîtîkaya derve ya nû ya Amerîkayê girêdayî biryarên rêveberiya nû ye.

    Bi heman mijarî:

    Di nav 72 saetan de dê 35 dîplomatkarên Rûsî werin dersînorkirin
    Peskov: "Sûcdariyên Amerîka yên bêbingeh nayên qebûlkirin"
    Zaxarova: Xelkê Amerîkayê ji aliyê serokên xwe ve hat biçûkxistin
    Balyozê Rûsyayê bersiv da Amerîkayê: "Werdeka qop"
    Rûsya roja Îniyê bi fermî bersiva Amerîkayê dide
    Etîketan:
    rakirin, mueyîde, Serokê nû yê Amerîkayê, Barack Obama, Donald Trump, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de